• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Başurê Kurdistanê yekem albuma muzîkê ya bi Kirmanckî belav bû

Gulan Media September 28, 2019 Hunerî
Li Başurê Kurdistanê yekem albuma muzîkê ya bi Kirmanckî belav bû
Li Başûrê Kurdistanê Yekem albûma muzîkê ya bi zarayevê Kirmanckî (Zazakî) belav bû. Di wê albûmê de 8 berhem cih digirin û yek jê Kurmancî û yek jî bi Soranî ye.

Li Başûrê Kurdistanê yekem albûma muzîkê ya bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) belav bû. Albûma bi navê, ‘Zerrî Dej’ ji aliyê hunermend Alî Înanir ve hatiye amadekirin.

Di albûma ‘Zerrî Dej’ a Alî Înanir de, 8 berhem cih digirin ku yek ji wan bi Kurmancî û yek jî bi Soranî ye. Ew berhem jî li ser, evîn, evîndarî, netewî, hêvî, dîrok, serhildan û bûyerên girîng ên ku li her çar perçeyên Kurdistanê rû dane, hatine amadekirin.

Hunermend Alî Înanir derbarê albûma xwe û karû xebatên xwe de ji Rûdawê re axivî û ragihand ku ew berhem hemû ji aliyê wî ve hatine çêkirin û diyar ku helbesta, ‘Va Zîncirên’ wî li gel nivîskar û helbestvan Besam Mistefa amade kirine.

Alî Înanir diyar dike ku wî hewl daye naveroka berhemên xwe bi yek mijarê ve girê nede û ragihand ku lêbelê bi piranî li ser evîndariyê ne. Înanir diyar dike ku berhema bi navê ‘Dûr Mendo’de bûyerên girîng ên dîroka Kurdan tê de cih digirin.

Înan dibêje, “Bo nimûne, min di berhemekê behsa bûyereke girîng a beşek ji dîroka Kurdî kiriye, di berhemekê de behsa şerekî di navbera eşîrên Kurd li Bakur kiriye. Di berhemekê de min behsa şoreşên Kurdên Kirmancan ku gelek kes hatine darvekirin, kiriye. Berhemeke din ez vegeriyame ser Başur ku serîhildan, şoreş û li paş wan jî kimyabaran, bombebaran çêbûne, min behsa van mijaran jî kiriye.”

Alî Înanir ku Kirmanckî, Kurmancî û Soranî dizane û di albûma xwe de cih daye berhemên bi her sê zaravayan jî dibêje, têkilbûna her sê zaraveyan li gel wî bo pêkanîna huner û karê wî xwedî karîgeriyeke gelek êrênî ye û dibêje, “Ez bawer nakim, kesek an hunermendek hebe ku weke min hersê zaraveyan jî bizane û xwendibe û li Kurdistanê geriyabe. Ez yekem hunermend im ku li Başurê Kurdistanê bi zaraveya Kirmanckî albumeke muzîkê belav dikim.”

Li ser armanca xwe ya pêkanîna vê albûmê bi piranî ji berhemên Kirmanckî jî Alî Înanir dibêje, “Niha zaraveyê Kirmanckî li ber windabûnê ye. Ji ber hindê ez girîngiyê bi Kirmanckî didim ku balê bikişînim li ser vê zaraveya zimanê Kurdî bo parastina wê.”

Ew hunermendê Kurd dibêje, beriya niha jî 5 berhemên wî belav bûne ku 2 ji wan li ser şoreşê bûne û berhemek bi Soranî li ser evîndariyê bû û ev yekem albûma wî ye.

Înanir radigihîne ku ev heyameke dirêj e bi karê muzîkê mijûl e û ev 3 sal in jî bi awayekî profesyonel xebatên xwe di vî warî de birêve dibe û aşkere dike ku her hizr, bal û hezkirina wî li ser muzîkê hebûye.

Alî Înanir diyar dike niha wî dest bi albûmeke nû kiriye û li ber destê wî ye ku ew jî bi zaraveya Zazakî ye û diyar dike, “Min di albûma xwe ya niha de cih da sê zaraveyên Kurdî di ya bê de jî jibilî van hersê zaravayan, ez dê zaraveya Hewramî jî li albûma xwe zêde bikim û bi wî zaraveyê Kurdî jî berhemekê amade bikim.

Înanir dibêje, herî zêde hest di berhemên bi zaraveyê Kirmancî de heye û daxwaz ji hunermendên Kurd dike ku zaraveya wan a resen kîjan jî girîngiyê bi zaraveyên din ên Kurdî jî bidin û bi wan zaraveyan jî berhem û albuman pêk bînin.

Alî Înanir xelkê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdsitanê ye û ev bo heyama 10 salan e li Başurê Kurdistanê dijî.

Rudaw
Top