• Thursday, 16 May 2024
logo

BERLÎN - Festîvala Fîlmên Kurdî birêve diçe

BERLÎN - Festîvala Fîlmên Kurdî birêve diçe
Li Berlîna paytexta Almanyayê 9.Festîvala Fîlmên Kurdî birêve diçe. Festîvala ku dê tê de 40 fîlm bên nimayîşkirin, 1ê Tebaxê dest pê kir û heta 7ê Tebaxê dê dewam bike.



Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ku îsal 9mîn car e tê lidarxistin, bi fîlmê Girls of The Sun (Keçên Rojê) ya derhênerê fransî Eva Husson, dest pê kir û wî fîlmî gelek karvedan li pey xwe anîn.



Filma Keçên Rojê ku di vekirina festîvala fîlmên Kurdî ya Berlînê de hate nîşandan gelek karvedan bi xwe re anîn û aktora sereke dibêje ku ew çîrok rastyeke jiyanê ye ku li ber çavê hemû cîhanê çêbûye.



Mijara vî fîlmê jiyan û ezmûna keç û jinên Kurd e ku li dijî DAIŞê çek rakirine û şer kirine.



‘Ev ne tenê fîlm, rasteqîniyek e'



Aktora sereke ya fîlmê ‘Keçên Rojê’ radigihîne, “Ev bi tenê ne fîlm e, lê tiştekî rasteqîn jî di nav de heye, em şervanên azadiyê ne û şer ji bo malbat, zarok, bira û hevjîn û herwiha bo cîhanê dikin, ji ber ku ew kirîzeke cîhanî bû.”



Ew aktora jin dibêje ew jî Kurd e û ji ber wê ew pir nêzîkî wê ye û pê de diçe, “Ew jî ji ber nêzîkbûna ol û çandê ye, destpêkê ewqas nêzîkbûn hebû min wesa hizir dikir ev xwîşkên min in” û radigihîne ku wê şensê wê hebû ku di vî fîlmî de cih girtiye.



‘Festîvala îsal ji yên berê cudatir e”



Damezrêner û rêveberê festîvalê diyar dike ku festîvala îsal cuda ye ji yên salên berê û dibêje, “Îsal peyama festîvalê jinên Kurd e. Di sînemaya Kurdî de jinên Kurd heta niha tenê weke qurbanî hatine nîşandan. Lêbelê niha jina Kurd a desthilatdar, aktîvîst, şervan û bi giştî ya dayik tê nîşandan.”



Di wê festîvala ku dê bo maweyê heftiyekê berdewam bike, 40 fîlmên metrajên kurt û dirêj dê bên nîşandan. Fîlmê Commander Arian (Fermandar Arîan) ê derhêner Alba Storra, fîlmê Dîstan ê ku derhêneriya wî Leyla Toprak dike û fîlmê Zagros ê derhêner Sahim Omar Khalifa di nav wan fîlmên dê bên nimayîşkirin de ne.



Hemû film dê li holên sînemayê yên Babylon Mitte, Moviemento û Ulme 35ê tên nîşandan.



Di festîvalê de jibilî fîlmên derhênerên Kurd, fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê û herwiha fîlmên Kurdî-Almanî yên zarokan jî dê cih digirin.



Di çarçova festîvalê de semîner û civînên li ser sînemayê jî tên sazkirin.



Rudaw
Top