• Thursday, 16 May 2024
logo

Soprano Pervin Chakar: Ez kurdayetiya xwe û zimanê xwe ji bîr nakim

Soprano Pervin Chakar: Ez kurdayetiya xwe û zimanê xwe ji bîr nakim
Hunermenda navdar a operayê Pervin Chakar aşkere kiriye ew hin caran ji ser medya civakî bi zimanê weke inglîzî, almanî, îtalî dinivîse lê belê wê ti carî milletê xwe û zimnaê xwe ji bîr nekiriye.

Hunermenda naskirî ya kurd Pervin Chakar ku li cihanê çend xelatên operayê standine û li gelek dikên şanoyan hunera xwe peşkeş kiriye ji ser hesabê xwe yê medya civakî ji ser rûpela xwe ya facebookê derbarê jiyana xwe û hunera xwe da çend peyam belav kirin. Chakarê li ser postên bi zimanê biyanî yên medyaya xwe ya civakî gotiye: “Ez carina bi îngîlîzî yan jî bi îtalî dinivisim ji ber ku gelek hevalên min di ser facebookê de kurdî nizanin. Hemû biyanî ne. Ez dixwazim bila ew jî beşdarî peyamên min bibin. Nebejîn vê kurdayetîya xwe ji bîr kirîye. Ez qet xelkê xwe û zimanê xwe ji bîr nakim.”

Herwiha Chakarê aşkere jî kiriye ku ew li bakurê Tirkîye mezin bûye di sala 1980yî da axaftina bi kurdî gelekî dijwar bû. Lê dema ew li Îtalyayê bûye û di sala 2012an de li Îtalya wê biryar daye xwe fêrî kurdî bike û wiha gotiye: “ Di sala 2012an da lî Îtalyayê min got ez ê kurdî fêr bibim. Ez kurd im û kurmancî nizanim. Çima? Ez bi îngîlîzî, bi îtalî, bi tirkî dipeyvim niha almanî çima ez kurmancî nizanim. Min berê xwe da kurdî û min xwe bi ser zimanê xwe avêt.”

Herwiha Soprano Chakarê aşkere jî kiriye ku ew ji zimanê kurdî şêrîn e û ew gelekî jê hez dike.

K24
Top