• Thursday, 16 May 2024
logo

Hunermend û xoşnivîsê mezinê kurd Mihemed Sabir wefat kir

Hunermend û xoşnivîsê mezinê kurd Mihemed Sabir wefat kir
Hunermendê navdarê kurd Mihemed Sabir Sabir di temenê 74 saliyê de ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Îro danê sibê hunermendê navdar Mihemed Sabir Sabir, ku herî dawî pileya doktoraya xoşnivîsiyê di Kongireya Navdarên Kurd de wergirtibû, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê wefat kir.

Hunermend Mihemed Sabir Sabir gelekî nexweş bû. Çend sal bû ketibû nav nivînan, vê sibehê li nexweşxaneya Koser ya Sine canê xwe ji dest da.

Mihemed Sabir Sabir, sala 1945 li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû. Şagirdê mamostayê navdar Mehdî Kemalî Kurdistanî bû.

Wî hunermendê navdarê kurd sala 1982 li Sine bi alîkariya mamostayên mîna Şêxulîslamî û Mehrûfî, Komeleya Xonivîsên Kurdistanê ava kir, 11 salan serokatiyê wê komeleyê kir, li bajarên Sine û Ormiye mamostatiya hunera xoşnivîsiyê kir.

Mihemed Sabir Sabir di Kongireya Navdarên Kurd de li Sine, pileya doktoraya xoşnivîsiyê wergirtibû.

Basnews
Top