• Thursday, 09 May 2024
logo

Li Qamîşloyê teqînek çê bû

Gulan Media December 5, 2022 Nûçe
Li Qamîşloyê teqînek çê bû

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me ji Rojavayê Kurdistanê dane, kêliyek beriya niha li taxa Elqiwe ya li Qamîşlo bombeyeke vedayî bi tirimbîlekê re teqiyaye.

Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, bombe di nava tirimbîleke karmendekî perwerdehî de hatiye danîn û ev tirimbîl ji Reqayê hatiye qamîşlo.

Herwiha hate zanîn ku di encama teqîna han de kesek birîndar bûye.

 

Top