• Friday, 27 September 2024
logo

Hakan Fîdan: Em bo civînê li gel Esed amadene

Gulan Media September 20, 2024 Nûçe
Hakan Fîdan: Em bo civînê li gel Esed amadene

Behsa endam bûna Tirkiyeyê li Bricsê dike.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku, hewlên normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê berdewamin û di vê çarçoveyê de Tirkiye amadeye ku, li gel Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bicive.

Hakan Fîdan behsa endam bûna Tirkiyeyê li Bricsê kir û ragihand ku, eger entegrasiyona Tirkiyeyê li gel Yekîtiya Ewrûpayê bi taybetî di warê abûrî de ser girtiba vê demê Tirkiye neçar nedibû serî li Bricsê bide.

Fîdan behsa vê yekê jî kiriye ku, ji sala 2008an wirve li Ewrûpayê îradeya qebûl kirina Tirkiyeyê weke endamê YE nemaye.

Top