• Friday, 27 September 2024
logo

Serokwezîr hêviya berdewamiyê bo Yekîtiya zanayên îslamiya Kurdistanê dike

Gulan Media September 21, 2024 Nûçe
Serokwezîr hêviya berdewamiyê bo Yekîtiya zanayên îslamiya Kurdistanê dike

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî vê yekîtiya han kiriye.

Bi minasebeta 54mîn salvegera damezrandina Yekîtiya zanayên îslamiya Kurdistanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta 54mîn salvegera damezrandina Yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Serok, endamên komîteya cîhbicîhkar û tevahiya Mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.

Bi rêzdarî ve li rola Yekîtiya Zana û Mamosteyên olî dinêrin û hêvî dikim berdewam bin li ser kar kirina xwe ya bo bihêztir kirina bingehîn lêbûrînê, hev û du qebûl kirin û bihevre jiyana aştiyan di navbera pêkhateyên Kurdistanê û rûbirû bûn û red kirina hizira tundrewiyiê, kirb, kîn û tundûtîjiyê.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top