Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ji bo Îranê tê vexwandin
Konsulê Giştî yê Îranê Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo welatê xwe vedixwîne, ji bo ku zêdetir hevahengî di navbera wezaretên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê û Îranê de çê bibe.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Pêncşem, 19.9.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îranê li Herêma Kurdistanê Nesrula Reşnûdî û şanda pê re kir.
Li dû ragehandina Wezareta Perwerdeyê, di wê hevdîtinê de behsa alîkarî û hevahengiya her du aliyan hat kirin. Konsulê Giştî yê Îranê bi awayekî fermî Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Îranê vexwand, bi merema zêdetir hevdîtin û civîn û hevahengiyê bi Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê re.
K24