• Friday, 27 September 2024
logo

Malpera Bexdad El Yewm: Dê di helbijartinê de YNK li hember PDK bibe aliyê herî şikestî

Gulan Media September 20, 2024 Nûçe
Malpera Bexdad El Yewm: Dê di helbijartinê de YNK li hember PDK bibe aliyê herî şikestî

Bi nêzîkbûna helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re lêkolînvanên siyasî nêrînên xwe li ser rewş û helwêsta partî û aliyên Kurdistanê nîşan didin û bilêv dikin ku rewşa hin aliyan pir xerabe û ji bo rikberiya bi PDKê re hewara xwe dibin gel hêz û aliyên Iraqî û herêmî, ku rewşê ji wan re rast bikin.

Malpera Bexdad El Yewm duh 18.09.2024ê raportek belav kir û nivîskar û lêkolînvanekî siyas radigehîne eger heye partiyên rikberên PDKê ji bo bidestxistina hewsengiyê û ji bo rewşa xwe ya xirab rast bikin destwerdanê di encamên helbijartinan de bikin.

Nivîskar û lêkolînvanê siyasî Enes Şêx Mezher ji malpera Bexdad El Yewm re ragehand, eger heye partî û aliyên beşdarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, jibo bandorê li ser encamên helbijartinê û ji bo bidestxistina kursiyên parlamentoyê hewara xwe bibin gel welatên herêmî û aliyên Iraqî ku destwerdanê di encamên helbijartinan de bikin.

Herwaha dibêje: ‘’Çend saleke hin partiyên siyasî, ji bo rikberiya li gel PDKê pişta xwe bi welatekî herêmî girêdane, ku bikarin li qada siyasî bimînin û di proseya siyasî û hukimraniyê de berdewam bin. Bi taybet cudabûn û parçebûn ji nav rêzên wan partiyan pêkhatiye û partî û aliyên din ji wan ava bûne.’’

Enes Şêx Mezher dibêje, ew partiyane rewşa wan a navxwe jî aloze û parçebûn di wan de pêkhatiye, ti stratejî û bernameyekî siyasî ya ronî ya wan nemaye û ji bo mayîna xwe û rakêşana hestên alîgirên xwe pişt bi dijatiya PDKê û hikûmetê girêdidin. Di cîha ku hewl bidin xizmetekî baş pêşkeş bikin ji gelê xwe re û destkeftên Herêma Kurdistanê biparêzin wan tişta dikin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Lewazî û bêşiyaniya wan partiyan di rikberiya li hember PDKê de, wisa li wan kiriye ku her tiştekî bikin ku tenê bikarin di qada siyasî de bimînin.’’

Lêkolînvanê siyasî Kazim Yawer jî dibêje; YNK rikberê herî giran ê PDKê ye, lê dê vê helbijartinê de şikestê bixwe, ji ber ku war û qada wê ya siyasî hatiye diyarkirin.

Yawer ji bo heman malperê gotibû: ‘’YNK dê vê helbijartinê de aliyê herî şikestî be. Ji ber ku qada çalakî û karê wê yê siyasî hatiye diyarkirin û tenê di Silêmaniyê de ye. Derveyî wan jî di wan çend salên borî de cudabûn û parçebûnên mezin di YNKê de çêbûn, wekî ku Tevgera Gorran veqetiya û piştî wê jî naha di serokatiya Lahur Cengî de beşek din ji wan veqetiy.’’

 

Basnews

Top