• Friday, 27 September 2024
logo

Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke li gel El Erebiye de bal dikêşe ser çendîn pirsgirêk û mijarên girîng

Gulan Media September 20, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke li gel El Erebiye de bal dikêşe ser çendîn pirsgirêk û mijarên girîng

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevpeyvîna xwe ya herî nû de behsa pêşketinên navçeyê û pêywendiyên Hewlêr û Bexda û hewlên xwe yê bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên navbera xwe de dikin.

Li gor nûçeyeke kanala El Erebiye roja şemiya bê 21 Îlonê, Mesrûr Barzanî di çavpêkevtinekî girîng û taybet a li gel kanala El Erebiye, dê di hevdîtinê de rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û gotûbêjên navbera her du aliyan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan gotûbêj bike.

Her di wê hevpeyvînê de, Serokwezîrê Kurdistanê, behsa hewlên dawî dike bo destpêkirina henardekirina petrol Herêma Kurdistanê bo bazarên Cîhanê di rêya Tirkiyê ve ku di meha adara sala borî de hatiye ragirtin.

Biryare hevpeyvîna teybet a Serokê Hİkûmeta Herêma Kurdistanê, demjimêr 17:30 bi dema Hewlêrê li ser kanala Erebî tê weşandin. BasNews ji xwendevanên xwe re radigihîne ku dê di dema pêş de giringî bi naveroka vê hevpeyvînê bidin.

 

Basnews

Top