• Friday, 26 April 2024
logo

Duhok – Helbestvanên 4 parçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê dibin

Gulan Media September 26, 2022 Hunerî
Duhok – Helbestvanên 4 parçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê dibin

Duh 25.09.2022yê di salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de, bi amadebûna Serok Barzanî ve pêncemîn festîvala rewşenbîrî li Duhokê dest bi karên xwe kir, ku ji aliyê baskê Duhokê ya Yekitiya Nivîskaran ve hat rêxistin kirin û dê 2 rojan berdewam bike. Di festîvalê de helbestvanên her 4 parçeyên Kurdistanê û helbestvanên ereb li naverast û başûrê Iraqê ve jî beşdarê festîvalê ne.

Endamê baskê Duhokê yê Yekitiya Nivîskarên Kurd Selam Baleyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh yekşemê pêncem festîvala rewşenbîriya Duhokê, ku beşdarî 132 mêvanên cuda yên ji herçar parçeyên Kurdistanê û parêzgehên Iraq û Ewrupayê dest bi karên xwe kir.’’

Herwaha got: ‘’Ev festîval dê 2 rojan berdewam be, di festîvalê de gelek beş û mijarên cuda dê bên pêşkeş kirin. Wek xwandina helbestan, gotûbêj kirina li ser mijarên wêjeyî, rêziman, roman, çîrok, enfal û jenosîd û herwaha di festîvalê de 14 lêkolînên cuda jî dê bên pêşkeş kirin.’’

Herwaha got: ‘’24 helbestvanên herçar parçeyên Kurdistanê û helbestvanên Iraqê beşdar dibin û demên êvari li baxçeyê baskê Duhokê yê Yekitiya Nivîskarên Kurd dê gelek helbestvan dê helbestan bixwînin.’’

 

Basnews

Top