Seîd Yûsif: Hêvî dikim berî mirinê Kurdistana serbixwe bibînim
Ew yekemîn kese e ku amêra mûzikê ya bezîq aniye Rojavayê Kurdistanê. Yûsif zêdetirî 25 xelatên navxweyî û yên navdewletî yên di warê mhunerî de wergrtiye. Li Zanîngeha Obsala ya Swêdê, wêneyê wî li szer hobeyekê heye. Rêxistina UNESCOyê di sala 1973ê de li Parîsê bi wêneyê Seîd Yûsif li ser qewanekî zêrîn û bi nexş nîgar kiriye. Herwiha peymangehekê mûzikê yê Norvecê peykerê wî yê bronz çêkiriye. Mûzîkjenê navdar Mihemed Ebdulkerîm wesiyet dike, dema ew bimre bila amêra wî ya bezîqê bidin Seîd Yûsif.
Seîd Yûsif hê jî li Qamişlo dijî lê ev 8 meh in ji bo çareseriya pizîşkî çûye Almanyayê. Yûsif di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa kute jiyana xwe kir.
Di destpêka karê te yê hunerî de pêwendiyên te li gel helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn pir baş bûn. Dikarî hinek behsa xwe û Cegerxwîn bikî?
Di navbera me de rêz û heskirineke mezin hebû. Çend caran Cegerxwîn ji min xwest ku ez ji bo helbestên wî awaze çêbikim û bikim stran. Asta helbestên wî pir bilind bû, kêş û ristên wan pir ciwan bûn. Min jê re got, ti kes nikare ji sedî 90ê helbestên te re awaze dayne. Ji ber ku awaz di nava wan bixwe de ye. Di destpêkê de min du helbestên wî re awaz çêkir. Gava Seher yek ji wan helbestan bû. Rojekê jî di rûniştineke taybetî de ji min re got, “Ji bilî te ti kes nikare awaze ji bo helbestên min çêbike.”
Baş e, pêwendiyên te û Mihemed Şêxo çawa bûn. Dibêjin stêrka hunera wî ji ber te tefiyaye?
Li gorî şiyanên xwe min hewl da alîkariyê bidin Mihemed Şêxo. Min bo wan li Beyrûta Libnanê grûba mûzîkê ya “Newroz” damezrand. Mihemed Şêxo jenyarê tenbûrê bû. Paşî vegeriya Qamişloyê û piraniya stranên min wî gotin, yên weke “Kî dinya hejand” û Ey xortê serbilind”. Piştî koça dawî kir, paşî xelkê nirx û bihayê Mihemed Şêxo zanî. Lê mixabin, dema stranên min digot, navê min nedianî û nedigot ev gotin û awaz ê Seîd Yûsif e.
Pêwendiyên te yên li gel Aram Tîgran çawa bûn?
Pêwendiyên min û Aram Tigran taybet bûn û me gelek rêz ji hev re digrit. Ji min daxwaza helbestekê kir, min jî helbest û awazek dayê. Lê paşî me hev nbedît.
Te bi dehan stranên evîdarî gotin lê di heman demê de stranên te yên niştîmanî û welatperweriyê jî hene. te yekemîn strana nîştîmanî kengî û li ku derê got?
Bi dehan stranên min ên evîndariyê, çîrokên eşq û ciwaniyê min hene. herwiha di stranan de min behsa jinê û rola wan a di nava civakê de kiriye. Bi tevê rewşa dijwar û zehmetiyan jî min gelek stranên neteweyî gotine. Strana “Yan Kurdistan yan neman” yek ji wan e. Herwiha, stranên “Kurdistan pir şîrîne” û “Kî dinya hejand” jî stranên neteweyî ne.
Te li ser Nemir Mele Mistefa Barzanî jî stran gotiye. Ev take stran e, ku te li ser serokekî kurd gotiye. Te çima li ser serokên din negot?
Eger hemû dîwanên xwe yên helbestan bikim stran, hê jî nikarim mafê Mele Mistefa bidim. Mele Mistefa Barzanî em fêrê kurdiniyê kirin. Di dema ku em li pey şunasî û nasnameya xwe de wêl û gêj bibûn, wî em fêrê azadî, neteweyî û nîştîmanperweriyê kirin. Wî em fêrkirin, ku em gelekî pir bi hêz û mezin in. Mafê me heye weke mirovan bijîn. Mafê me heye, ku li ser xana xwe bi azadî û aştîxwazî bijîn. Dikarim bêjim ku Mele Mistefa Barzanî pêşengê min bûye. lewma beriya 40 salan min jê re stran got.
Ti pêwendiyên te li gel hunermendên Başûrê Kurdistanê hene?
Mixabin, danûstandinên min ên li gel hunermendên Başûrê Kurdistanê bi sînor in. Çend hunermendan nas dikim. Ew jî di dema serdana wan a Rojavayê Kurdistanê de me hev nas kir. Ez bixwe jî neçûme Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku heta niha ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî Wezareta Rewşenbîrî ez venexwendime. Li Ewropayê jî min çend hunermendên Başûrê Kurdistanê dît.
Çima stranên te yên soranî nînin?
Di dema xwe de Hesen Zîrek helbest da min da ku jêre awaze çêbikim. Lê min bi ziravaya soranî stran negotine.
Herêma Kurdistanê ji bo giştpirsiyê gavan diavêje. Hest û helwesta te ya derbarê vê yekê de çi ye. gelo dê tu çalakiyeke te hebe?
Hestê min ji hestê hemû kurdan ne cudatir e. Her kurdek dewleta kurdî weke xewn dibîne. Çimkî Kurdistan nûra çavê min e, armanca me ya mezin gihiştina Kurdistana serbixwe ye, ku ev çendîn sal e em di oxira wê de kar dikin. Ez hêvîdar im, ku ew roj bê, bi milyonan kurd herin ser sindoqan û dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê. Hêvîdar im, ku berê canê xwe bispêrim, Kurdistana serbixwe bibînim. Duayan ji bo Yezdanê Mezin dikim, ku ew xewna min bicîh were. Min li ser serxwebûna Kurdistanê 2 stran amad ekirine. Yek ji wan kurê min ê mezin û yê din jî kurê min ê biçûk dibêjin.
Rudaw