• Saturday, 06 July 2024
logo

Koma Serxwebûnê vîdyoklîpa 'Kobanî' belav kir

Gulan Media August 23, 2017 Hunerî
Koma Serxwebûnê vîdyoklîpa 'Kobanî' belav kir
Ji aliyê Koma Serxwebûnê ve û bi dueta hunermend Teyar Elî û xwandekara mûzîkê Şînda Besrî, vîdyoklîpek nû li ser Kobanî hat çêkirin, ku bo yekemîn car bi rêya Rûdawê hat weşandin.

Dawîtirîn vîdyoklîpa li ser Kobanî, duh duşembî montaja wê bi dawî hat.

Di vê vîdyoklpîê de ku bi navê Kobanî ye, hunermend Teyar Elî û xwandkeara mûzîkê Şînda Besrî bi hev re duet kirine. Gotin û mûzîka wê stranê yên Teyar Elî ne.

Herwiha Saman Ednan jî derhêneriya wê vîdyoklîpa nû kiriye.

Teyar Elî û Şînda Besrî xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne. Teyar Elî mamostayê mûzîkê ye û Şînda Besrî jî xwandekara beşa mûzîkê ye.

Çêkirin û berhemanîna wê vîdyoklîpê projeya Koma Serxwebûnê ya mûzîkê ye û Tora Medyayî ya Rûdawê sponseriya vê vîdyoklîpê kiriye û vîdyoklîp bo yekemîn car bi rêya ekrana televizyona Rûdawê û li ser malperên wê yên di sosyal medyayê de hat weşandin.

Dîmenên vê vîdyoklîpê li Başûrê Kurdistanê û li cihên şerê DAIŞê hatine kişandin.

Kobanî, yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye, ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) ye û li aliyê rojava ve dikeve kêleka Çemê Firat e.

Kobanî bi eşîretên xwe navdar e, bi camêrî û mêvanperweriya xwe gelekî naskirî ye, lê vê dawiyê, di şerê li dijî DAIŞê de, bi berxwedana xwe û bi komkujiya DAIŞê li seranserê cîhanê hate naskirin.

Rudaw
Top