• Saturday, 06 July 2024
logo

130 hunermendan sirûda ‘Ji bo Referandûmê Erê’ tomar kirin

Gulan Media August 22, 2017 Hunerî
130 hunermendan sirûda ‘Ji bo Referandûmê Erê’ tomar kirin
130 hunermendên Kurdistanê, ji bo piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, sirûdek nû amade kirin. Toma Medyaya Rûdawê jî sposoriya wan dike.

Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, beriya hemû kesan, hunermendên kurd anî cem hev. Hunermendên kurd bi cil û bergên neteweyî, li ser dike, bi deng, awaz û amêrên xwe, ji bo giştpirsiyê sirûdek xwendin û bi dengekî ji gotin “ji giştpirsiyê re erê”.

Maestroyê koma hundermendan Çeto Newroz got: “Ev 3 meh in ez mijûlî vî karî me. Me îro karî em deng tomar bikin. Emê klîba wê jî amade bikin û belav bikin. Ji bo vî karî westiyaneke mezin pêwîst e, ez dubare spasiya hemû hunermendan dikim, ku palpiştê me bûn.”

Navê sirûdê “Ji bo Referandûmê Erê” ye. Hunermend Goran Salih û Perwaz Husên sirûdê pêşkeş dikin. Ew dixwazin bi rêya mûzîk û stranan, dengên “erê” yên ji bo giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê misoger bikin.

Serpereştê projeyê Ehmed Salar jî diyar kir: “Biryara giştprisyê gelê kurd xiste ser rasterêyekê. Wate du rê û pir rê paş de man. Herweke destana trajediya yûnanî, dema gihişte ser rasterêyekê, di vê rê de stûyê wî jî bişkaya, serfirazî hebû. Azadbûna can tê de bû.”

Di hemû şoreş û tekoşînên Kurdistanê de, hunermendên kurd deng, awaz û amêrên xwe yên mûzîkê kiriye çeka berevaniyê û handana gel ji bo azadî û serxwebûnê.

Rudaw
Top