Helbestvanê surealîst Enwer Mesîfî: Pêlava min ji gulan bedewtir e!
Di edebiyatê de, belavkirina daxuyanî û manifestoyên wêjeyî xwedî rol û bandoreke taybet e. Di dema borî de, daxuyaniyên wêjeyî di edebiyata kurdî de pir belav bûn ku armanca sereke ya belavkirina daxuyanî û manifestoyên wêjeyî diyarkirina rêç û stîla wan nûseran e ku bi riya daxuyaniyan ziman û stîla karê xwe di edebiyatê de radigihînin.
Bi giştî daxuyaniyên şiîrî di seqaya wêjeyî ya Başûrê Kurdistanê de pir bûn. Wan daxuyaniyan cihên xwe heta asteke baş girtine jî. Mebesta min di vê gotarê de ew e ku ez bi giştî li ser ziman û şêwaza nivîsandina helbestê li ba şaîrê koçkirî Enwer Mesîfî bisekinim. Nexasim şiîrên wî û nerîna wî li ser nivîsandin û dirustkirin û dariştina ziman di wêneya şiîrî de.
Mesîfî ne ziman lê stîla kevin têk dibe!
Enwer Mesîfî wek helbestvanekî surealîst mil bi milê nûserên Grûpa Pêşrew, di salên heftêyî de (1970) dest bi nivîsandinê kir.
Piştî destpêkirina nivîsandina helbestê û belavkirina berhemên xwe, di navendên edebî de wek helbestvanê têkberê realîte û ziman hat hejmartin.
Aloziya nivîsandinê û dirustkirina zimanekî din di hundirê ziman de bûne sedema navdarî û tawanbarkirina wî, lê şêwaza karê Mesîfî di zimên de têkbirina kultûra nivîsandina teqlîdî bû, lê qet ne têkbirin û şikandina rêzimana kurdî bû.
Mesîfî stîla teqlîdî têk dibe û dişikîne û wek helbestvanekî dijî teqlîdê kar dike. Gava mirov dijî teqlîdê hizir dike û dinivîse ne hêsan e bikare derdora xwe qanih bike ku wek wî hizir bikin û binivîsin.
Wek nûserê amerîkî Bill Cosby dibêje, ez nihêniya serkeftinê nizanim, lê nihêniya şikestin an binketinê ew e ku mirov hewl bide her kesî razî bike! Enwer Mesîfî di wê navendê de ku dijî rêça naskirî bû, xala cudahiya nivîsandin û stîla wî berovajî şiîr û zimanî belav ê helbestê bû. Mesîfî berovajî hevnifşên xwe da ser rê û ji ber ku ji hevnifşên xwe cudatir nivîsand, nikarîbû derdorê razî bike. Jixwe edebiyat ew e ku nabe derdora mirov ji mirov razî be!
Xorbaran 1978, Careke Din Xorbaran di 1984an de du dîwanên Mesîfî ne û wek du ezmûnên seretayî yên Mesîfî tên hejmartin. Li vir Mesîfî wek helbestvanekî cuda derdikeve û dibe rojeva navendên edebî û bi ser de jî ew bi têkbirin û şikandina ziman tê gunehbarkirin. Lê tometbarkirina Mesîfî bi şikandina ziman di helbestê de di dawî de dibe wek destkefteke wêjeyî û stîleke cuda ya nivîsandinê.
Cilûberg û Cimkekan 1990 ku dîwaneke din a Mesîfî ye, li vir wek helbestvanekî cuda forma xwe radigihîne û di formeke neasayî (ne normal) de dinivîse. Di manifestoya duyem a forma giran de dinivîse, neasayîbûn di helbestê de tê wateya neasayîbûna di realîteyê de, neasayîbûna helbestê girêdayî neasayîbûna ziman e û neasayîbûna realîteyê girêdayî neasayîbûna destûrê ye, ango;
Helbesta neasayî----zimanê neasayî
Realîteya neasayî---destûra neasayî
Destûra neasayî ----zimanê neasayî
Helbesta neasayî------ realîteya neasayî.
Straktûra giştî ya nivîsandina Mesîfî di helbest û şanoyê de li ser çend hîm û prensîbên neasayî dariştî ye û ew neasayîbûn xala sereke ya serkeftina Mesîfî ye. Helbestên Mesîfî stîl û nivîsandina metin û helbestvanên hevnifş û pêş xwe jî derbas dikin. Ev bû xala cuda ya nivîsandin û derketina Mesîfî di forma giran de ku wek “Honîgiran” tê naskirin. Ragihandin û belavkirina manifestoya giran encamên cuda bi xwe re anîn ku heta niha jî mijareke germ e di nav wêjezanan de û gengeşe li ser wê berdewam in.
Aloziya edebiyatê xeyala xwîner dilivîne
Nivîsandin û nexasim helbest li ba nûser pêvajoyeke aloz e. Lewra aloziya ziman li ba Enwer Mesîfî bûye pêvajoyeke berdewam û li ser wê bingehê kar kir ku, alozî di edebiyatê de hizirîna xwîner çalak dike. Lewra Mesîfî wek karakterekî sereke qasî ku xwîner ber bi aliyê zimên ve dikişîne, ewqasî çêj û xweşiyê nadiyê. Ne merc e helbestvan tenê li ser dirustkirina çêjê kar bike di metinê de wek Enwer Mesîfî çêja wêneya helbestvanî di ziman de nîşan dide.
Mesîfî wek helbestvan hertim hizirîna xwîner çalak dike. Ew bawer dike ku xwînerê cidî li pey wî tiştî digere nûser li ber çavên wî ranaxe. Ew wek helbestvanekî li şûna çêjê, ziman û teknîka nivîsandinê pêşkêşî xwîner dike.
Amraz û kereseyên şiîrî li ba Mesîfî ji helbestvanên beriya wî û hevnifşên wî cudatir in. Eger li ba helbestvanên din wek mînak siruşt kereseyeke sereke ya helbestê be, Mesîfî siruştê wek kerese û pêkhateyeke şiîrî red dike.
Mesîfî di manifestoya çarem a forma giran de dinivîse “Pêlava min ji gulan bedewtir e û opera jî ji biharê xweştir e. Elektrîk ji stêrkan geştir e. Ez ne bexçeyekî, lê jinan di xewnên xwe de dibînim!”
Di manifestoya honîgiran ango “helbesta giran” de, ku Enwer Mesîfî xwe tê de wek helbestvanê forma giran yekalî dike, tenê wek manifestoyeke sade ya wêjeyî nayê dîtin, lê bêtir xwe wek şêwazeke taybet a nivîsnadinê û dirustkirina forma nû ya şiîrê dide nasîn.
Lewra ji bo Enwer Mesîfî êdî siruşt ne ew kereseya şiîrî ya hêja ye ku di helbestên helbestvanên beriya wî de cihê girîngiyê bû û bûbû pêkhateyeke sereke. Li ba Mesîfî êdî siruşt barekî giran e di helbestê de û ew berê xwe dide wan pêkhateyên ku di helbestên Mesîfî de kerese û pêkhateyên din in û pêkan e wek pêkhateyên nû yên helbestê jî bên hejmartin.
Êdî erkê nûser ne tenê hûnandin û nîşandana xeyalê ye, helbest ne amrazeke ji bo xetimîna ziman, qasî ku derbaskirin û bezandina zimanê xetimî û têkbirin û şikandina kereseyên teqlîdî ye. Lewra Enwer Mesîfî di helbestê de berê xwe nade dirustkirina bexçeyan, lê hesin bikar tîne. Li şûna gul û daran, hibr û qelem û cilûberg û endamên laş cih digirin. Ango karkirina li ser realîteyê û dûrketina ji xeyalê ne têkbirin û şikandina ziman e, lê vejandina ziman bi xwe ye.
Armanca Mesîfî ne wate lê ziman e
Enwer Mesîfî di pêşgotina dîwana Careke Din Xorbaran ku di sala 1984an de hatiye weşandin dibêje: “Diviya em li xwe vegerin. Bi kêmanî belkî em li deriyê helbestvanên afirîner bidin.” Nivîsandina vê pêşgotinê nîşan dide ku helbestvan kar di ziman de kiriye û hertim hewl daye ziman bi zindîtî di helbestê de bimîne. Li ba Mesîfî wate tê şikandin û wî bi xwe di ezmûna xwe ya şiîrî de kar li ser wateyê nekiriye. Lê wî wate têk biriye û şikandiye û zimanê stûnî yê şiîrê pesend kiriye ku ew stîl di forma wî ya honîgiran de cihê xwe girtiye û nûxwazî kiriye.
“Le bin pirdî reng bêcî
Daristanî da
Se qebrî lêdida
Efsane jî xar didate dirextê
Pelk be kirê
Bizinî naw jûrekem le seramaye
Balinde goştiyan berda
Efsane jî xar dida
Zevî lay rastî şika
Like hencîrî piştî koran
Tay ridênî min
Se belemê hêskî bir
Aw şika
Belem royî
Ridên le naw kavilan
La siyekm kewne dîwar
Xolî piştan bir
Qirêjî nexoşan giya
Jinî zik pirr baran
Leşker
Le
Mûy
Bin
Kewşan”
Ji helbesta “Cilûberg û Cimkekan”
Di helbestên Enwer Mesîfî de, wate bi temamî tê têkbirin û şikandin û li şûna wateyê ziman hemû movikên helbestê dagîr dike. Dirustkirina wêneyên şiîrî ku li ba helbestvanên din peyda nabin, tê wateya ku Enwer Mesîfî bi temamî cuda û dijî tradisyonê derdikeve û wêneyên wî yên şiîrî wêneyên nûxwazî û forma nû ne û li gor naveroka manisfestoya forma giran in. Ango nûxwazî û afirandina nûgeriyê di zimanê şiîrî yê Mesîfî de heye, lê ev nûgerî û forma cuda li ba helbestvan û nûserên din tune.
Lewra gava mane li ba Enwer Mesîfî namîne û li şûna wê ziman û form cih digirin, ew rastî derdikeve ku Enwer Mesîfî ne helbestvanê têkbirin û şikandina ziman e, lê danerê ziman û formê ye.
Bêguman ziman û form di helbestê de pêkhateyeke sereke ya zindîbûna helbestê û temendirêjiya wê nîşan didin. Gelek helbestvanan li ser welat, azadî û dozên neteweyî û bûyerên siyasî nivîsandine, lê helbestên wan bûne helbestên dokumentarî, çimkî zindîbûna helbestê form û ziman e.
Di navbera nivîskar û nivîsandinê de bêdengî heye
Mirov bûnewerekî sosret e û dê her sosret bimîne. Ev sosretbûna mirov di edebiyatê de destkeft e û di siyasetê de şikestin e. Zimanê mirovê sosret di siyasetê de bela ye û di edebiyatê de şiyan û karîn e. Enwer Mesîfî wek helbestvanekî nûxwaz xwe ezmûn kir û zimanê wî yê şiîrî şiyan û destkeftên edebî pêk anî. Lewra ne hêsan e di helbestê de, mirov bi temamî li ser ziman bixebite û di eynî demê de nûxwaziyê di helbstê de bicih bike. Nexasim eger wî zimanî di helbestê de formek ji xwe re wergirtibe.
Di navbera nivîsandin û nûser de bêdengî heye, bêdengiyeke heta radeya bêhêvîbûnê. Lê erkê nûser wê çaxê dest pê dike ku bêdengiyê bike vedeng û bigihîne xwîner. Bêdengî ziman û tevgera kesên derdorê şênber dike. Jîrbûn û erkê nûser li vir derdikeve ka çawa dikare wê bêdengiyê biteqîne.
Helbet xwînerê cidî hertim li pey wê yekê digere ka kîjan nûser dikare wê bêdengiyê bişikîne û kê dikare ziman û tevgera bêdengiyê nîşan bide. Ew bêdengî li ba Enwer Mesîfî xala destpêkirinê û nasandina tevgera kesên derdorê ye.
Enwer Mesîfî dibêje: “Divê mirov li ser siruştê serdest be. Dibe ku piştî çend salên din dema hejmara daran kêm bibe, av kêm bibe, çiya kêm bibin, ez pir caran hizir dikim ev pir romantîk e. Mirov dikare here nav kesên mekanîkî. Pir normal kesên di mekanîkê de dixebitin, tiştekî standard bo ceribandinê tune. Ez pir kêm teoriyan dixwînim. Ez ji teoriyan nefret dikim, teoriyên helbestê û teoriyên pexşanê. Ez ji ziman jî wek gramer an kitêbeke ku li ser zimên hatibe nivîsandin nefret dikim û ez wê kitêbê qet naxwînim jî, çimkî ê min zimanekî min heye.”
Enwer Mesîfî di sala 1952an li gundê Korrê yê ser bi havîngeha Pîrmam ji dayik bûye.
Berhemên wî:
- Xorbaran – Helbest 1978.
- Careke Din Xorbaran – Helbest 1984.
- Cilûberg û Cimkekan – Helbest 1990.
- Pîremêrdêk bo Firoştin – Şanogerî bo Xwêndinewe yan Şiîrî Sînema – 2003.
- Şeytan – Helbest 2003.
- Beyanî Formî Giran – Gotarî edebî.
- Ew Goraniyey Nemgut – Helbest (Pirtûka Mesîfî ya dawî ye.)
Di 02.10.2005an de, di qezayeke trafîkê de bi hevjîna xwe û du zarokên xwe re jiyana xwe ji dest da.
Rudaw