• Saturday, 06 July 2024
logo

Wardozê ‘bi folklora Kurdan’ dest bi weşanê kir

Wardozê ‘bi folklora Kurdan’ dest bi weşanê kir
Her çendî ji bo Kurdan û Kurdî niha rojên zor û zehmet bin jî ji aliyekî ve ji bo ziman û çanda Kurdan xebatên bi qîmet tên kirin. Yek ji wan jî Weşanxaneya Wardozê ye. Wardoz li Amedê hat avakirin û weşanxaneyê ji bo destpêkê niha yek li ser ziman, 10 li ser folklora Kurdan bi tevahî 11 pirtûk çap kirine. Wardoz dixwaze berê xwe bide folklora Kurdan. Em wek Heftenameya Basê li ser navê Weşanxaneya Wardozêbi edîtor Bahoz Baranî re axivîn.

“Kurdiya bê folklor, Kurdiya bê pişt e”

Navê weşanxaneya nû ‘Wardoz’ bala me dikişîne û li ser pirsa me edîtor Baran wiha qala wate û sedemên bijartina vî navî dike, “Wardoz, peyveke koçeran e. Maneya kesê ku li warekî digere dide. Koçer, wextê xwe li zozanan digirin û çêreya wan diqede yekî dikin wardoz ku here ji wan re warekî nû bibîne. Ji ber du sedeman me xwe li peyva wardozê girt; Yek jê em Kurd li warê xwe digerin, bê war in em. Bi her awayî, peyva Kurdî, gotina Kurdî, hebûna Kurdî li warekî digere ku bikaribe li wirê “he” bibe, ber bixwe, berê xwe bide asoyên dîtir. Berê xwe fireh bike. Ji xeynî Kurdî û Kurdayetiyê, însan bixwe jî li vê dinyayê ji xwe re li warekî digere. Wardoz e. Tebatî nayê însan jî. Carinan ev war dibe dozîne, carinan dibe xeyal, carinan dibe edebîyat, carinan dibe şano, carinan dibe muzîk. Logoya me pezkovî ye, ew jî li cihên asê û bilind dihewe, pezkovî jî her wardoz e û ji xwe re li warekî digere. Helbet mirov dikare berê wardozê firehtir bike. Peyva wardozê bixwe jî li warekî digeriya, hat û li me û li folklorê fesilî. Bi qasî ku me lê kola, Cegerxwîn di helbesteke xwe de bi vê peyvê emel kiriye û gotiye, “Wardozî digerin li waran.”

Baran destnîşandike ku xebatkarên Wardozê, ev çend sal in karê berhevkariya folklorê dikin û wiha pê de diçe, “Zemîna gotina Kurdî, folklor e. Kurdiya bê folklor, Kurdiya bê pişt e, ji bo em pişta xwe xurt bikin, ji bo em bikaribin ji gotina xwe nemînin, divê em bêndera folklora xwe li ba bikin. Celadet Elî Bedirxan di Kovara Hawarê da behsa dewlemendiya folklora Kurdî dike û dibêje, ‘folklora me bi têre xwe dewlemend e.’ Her warê Kurdî divê ji folklorê dermale bibe, ji edebiyatê bigirin, heta sînemayê, heta şano û muzîkê. Di kîjan warî de dibe bila bibe, folklor tune be, peyv qels e, gotin dikule û mirov nema tehmê ji xwe û ji tiştên hilberendî digire. Helbet heta niha karê berhevkirina keresteyên folklorê hatiye kirin, lê em dixwazin li ser teoriya vî karî jî rawestin û bi pisporî lê herin. Me gelek tişt berhev kirin. Îcar divê ew tiştên ku me dane ser hev û tesnîf kirine, derketibûna meydanê û li ber çavan bihatibûna raxistin. Rêya vê yekê jî avakirina weşanxaneyekê bû.”

Baran dibêje xebatkarên Wardozê tev xemxurê folklora Kurdan in û axaftina xwe wiha didomîne, “Vê xemê, em anîn cem hev. Her pirtûkeke me herî kêm sê çar salên me lê çûne. Li ser meselê, komkirina nifir û mamik û zûgotinokan gelekî dijwar e zêdetir wext lê diçe. Di nava vê kedê de, deşîfrasyona keresteyan jî heye, her tiştê qeydkirî lazim e derbasî nivîsê bibe. Wextê ev karjî tê kirin divê mirov baldar be û çi çawa hatibe gotin wiha binivîse, ne kêm ne zêde. Ji bo vê yekê jî sebir û wext lazim e."

Basnews
Top