• Saturday, 06 July 2024
logo

Hêlî Lev kilîbekê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê çêdike

Hêlî Lev kilîbekê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê çêdike
Hunermenda kurd Hêlî Lev ragihand, dê li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê kilîbekê çêbike.

Hêlî Lev li ser rûpela xwe ya twîtterê çend wêneyên xwe û berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê Felah Mistefa belav kiriye û ragihandiye ku bi Felah Mistefa re hevdîtin kiriye.

Hêlî Lev her wiha gotiye ku Felah Mistefa li ser wê kilîba ku dê li ser referandomê çêbike, şîret lê kiriye.

Heta niha gelek hunermendên kurd, bi gotina helbestan, çêkirina kilîb û gotina stranan piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê nîşan dane.

Basnews
Top