Hunermend Kerîm Gulanî: Min stranek li ser referandom û serxwebûnê amade kiriye
![Hunermend Kerîm Gulanî: Min stranek li ser referandom û serxwebûnê amade kiriye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1114f48ff90ec052d8b5fb656323092a_L.jpg )
Hunermendê kurd Kerîm Gulanî li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê ji BasNewsê re got, min stranek li ser referandomê gotiye û her tiştên wê min bixwe çêkiriye. Stran amade ye û dê di nav çend rojên bê de were belavkirin.
Kerîm Gulanî her wiha got, bila gelê Kurdistanê roja 25 Îlonê biçin ser sindoqan û guh nedin nakokiyên partiyên siyasî û dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê.
Wî hunermendê kurd da xuyakirin ku firsenda ku îro bo gelê Kurdistanê hatiye pêş 100 salên din jî nayê pêş û got, ji ber wê jî bila hemû dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê.
Basnews