• Saturday, 06 July 2024
logo

Li Kurwatiya hunermendên kurd piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê nîşan dan (vîdeo)

Li Kurwatiya hunermendên kurd piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê nîşan dan (vîdeo)
Komek hunermendên kurd li paytexta Kurwatiya (bajarê Zagreb) bi çend çalakiyan piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîşan dan.

Îro li paytexta Kurwatiya, Zagrebê komek hunermend, stranbêj û mûzîkjenên koma “Payîz” ya bajarê Silêmaniyê û çend hunermendên Hewlêrê, bi gotina stranan û bilindkirina alaya Kurdistanê piştevaniya xwe bo referandom û serxwebûna Kurdistanê nîşan dan.

Çalakiyên wan hunermendan di çarçoveya festîvala kulturî ya navdewletî ya Zagrebê de û bi dirûşma “Belê Bo Referandom û Serxwebûna Kurdistanê” pêk hatin.

Basnews
Top