• Saturday, 06 July 2024
logo

HEWLÊR - Duyemîn Festîvala Şanoya Monodrama dest pê kir

HEWLÊR - Duyemîn Festîvala Şanoya Monodrama dest pê kir
Roja Yekşemê 09-07-2017, duyemîn Festîvala Şanoya Monodrama bi serpereştiya Wezareta Rewşenbîrî û Rêveberiya Hunerê Şano ya Hewlêrê dest pê kir.

Berpirsê ragihandina festîvalê Selam Bapîr ji Rûdawê re ragihand: “Festîval dê heta roja 13-07-2017ê berdewam bibe. Di vê festîvalê de 10 grûbên şanoyê dê berhemên xwe nimayîş bikin.”

Selam Bapîr derbarê grûbên beşdar de got: “Grûbên şanoyê yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê beşdar dibin. Her roj du şanogerî li Hola Rêveberiya Şano ya Hewlêrê û Peymangeha Hunerên Ciwan were pêşkeşkirin.”

Pirsgirêka darayî ya li Herêma Kurdistanê festival û çalakiyên hunerî kêm kiriye. Lê ji bo berdewamkirina vê festîvalê, çend kesayetekî ji Hewlêrê, hevkariya darayî pêşkeş kirine.

Bapîr li ser vê yekê jî got: “Ji ber pirsgirêka darayî, Wezareta Rewşenbîrî bûdceyeke kêm ji bo vê festîvalê dabîn kiriye. Lê bi hevkariya darayî ya çend dilsozekî bajarê Helêrê, festival tê sazkirin.”

Rudaw
Top