• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermedê Kurd beşdarî mezintirîn pêşangeha Almanyayê dibe

Hunermedê Kurd beşdarî mezintirîn pêşangeha Almanyayê dibe
Li Almanyayê bajarê Kasselê mezintirîn pêşangeha hunerê ya li cîhanê tê lidarxistin. Hunermedê kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Hîwa Key jî bi 4 xebatên xwe beşdarî vê pêşangehê dibe.
Hîwa Key ji Rûdawê re ragihand: “Ji hunermendên kurd, di warê belgefîman de tenê ez beşdar bûm. Ez bi çar xebatên xwe yên hunerî tevlî pêşangehê bûm. Serperiştyarên festîvalê karên min ên hunerî gelek ecibandin. Ez yekem kes im ku bi awayekî fermî hatim vexwendin.”
Hunermend Hîwa Key ku sala par jî beşdarî pêşangehê bûbû dibêje: “Sala par di qada belgefîlman de min du xelatên mezin wergirtin. Ev pêşangeh ji sala 1955an ve tê lidarxistin û ez bûm 18emîn hunermendê ku xelat wergirtiye. Min di nav hefteyekê de du xelatên giranbiha û bi nirxê almanî wergirtin.”
Hiwa Key herwiha diyar kir: “Ez li Yewnanistanê bajarê Atînayê weke penaber di şert û mercên giran de bûm. Min di jiyana xwe ya hunerê de jî, jiyana xwe ya Atînayê dubare kir.”
Biryar e ev pêşangeh 100 roj bidome û wisa tê payîn ku milyonek mirov serdana pêşangehê bikin.
Top