• Saturday, 06 July 2024
logo

Çapa sêyem a ‘’MEM Û ZÎN’’ derket

Çapa sêyem a ‘’MEM Û ZÎN’’ derket
Ehmedê Xanê di ‘’Mem û Zîn’’ de ji evînê heta tesavufê, ji çarenivîs û qedera kurdan heta Newrozê, ji Iblîs heta ontoloji û diyalektîkê, di gelek aliyan de bîr û ramanên nû pêşxistiye. Helbestvan di beyteke xwe de nêrîn xwe radigehîne û ‘’Mem û Zîn’’ wek navgînekê çawa bikaraniye waha tîne ziman;

Bi vergêra tirkî ve;

Şerha xemê dil bikim fesane (İçimdeki dertleri açıklayıp efsaneleştireyim)

Zînê û Memê bikim behane (Zîn ve Mem hikâyesini buna bahane edeyim)

Ehmedê Xanê zimanên wek şeraba zelal ên Erebî, Farisî û Tirkî datîne aliyekê û vê pirtûkê bi zimanê xwe yê dayîkê nivîsandiye û li ser wê mijarê jî waha dibêje:

Safî şemirand vexwari durd î (Saf şarabı bir yana bırakarak tortuyu içti)

Manendê durrê lîsanê Kurdî (İnci gibi dizmek için Kürt dilini tercih etti)

Înayenîzam û întîzamê (Bu dili düzene koyup ona çeki düzen verdi)

Kêşaye cefa ji boy ‘amê (Umum halkı için bu yolda eziyetler çekti)

Da xelqi nebêjitin ku “Ekrad (Bunu yaptı ki eloğlu demesin“zaten Kürtler)

Bê me’rîfet in, bi esl û bunyad ( Köken ve yapıları itibariyle kültürsüzdürler)



Mem û Zîn

Weşanên Avesta

Basnews
Top