• Saturday, 06 July 2024
logo

Helbestvan Gulnar Elî jiyana xwe jidest da

Helbestvan Gulnar Elî jiyana xwe jidest da
Helbestvana navdar a Kurd Gulnar Elî li Amerika jiyana xwe ji dest da. Xwedê jê razî Gulnar Elî, endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Dihokê bû.

Gulnar Elî ji dayik di sala 1974an de li Başûrê Kurdistanê li devera Balete ser bi bajar ê Duhokê ve hatibû dinyayê.. Di sala 1992-1993 diplom bi berhevkirina mamostayan / beşê Inglîzî bidest xwe ve anibû. Di sala 2009an bawername Zankoyê bi edebiyata Ingilîzî li Amerîka bidest xwe ve anîbû. Endama Yekîtiya nivîskarên Kurd ê tayê Duhokê bû.

Berhemên Xweda jê razî Gulnar Elî:

Heyv û Diwazde Heyv 2006 Duhok.
Lavija Kevnewarekê Xembar 2008 Duhok.
My Soul still a Virgin 2010 USA -Boston
Henasek ji Tipen Xewna Sinoran 2012 Duhok
ديوان للنوارس تنوح قصائدي 2014 دهوك
كوردونيا رواية قصيرة باللغة العربية 2015- سور


Helbesta Keval a Gulnar Elî:








Keval

Ba sirûda bêxew e.
Hest,
bîranîn
girnijîneke sêdaredayî
Ne roj
ne heyv
…tenê kevalekî licihmayî

Di birînê de,
dar,
birsîbûn
hez
war
gula sêwî
werzê sêwî
xewna sêwî
bulbulê lal
dema sêwî
şev
û …kevalekî licihmayî

Li xaçrêkên axînan
giryan mêvan e
kovan,
bêrî
kela te
û..kevalekî licihmayî

Şetrenceke bê şah,
rondik biyan
reng nepen
sîbera veşartî ji gunehan
û … tine kevalekî licihmayî

Şêlbûna xewnên te
pêl
xwezîk
şahî
evîn
buhar
û… kevalekî jicihçûyî


K24
Top