• Saturday, 06 July 2024
logo

Rêzefîlma înternetê ya ciwanên Kurd li bêderfetiyê asê ma

Rêzefîlma înternetê ya ciwanên Kurd li bêderfetiyê asê ma
Di serdema heyî de înternet wê derfetê pêşkêşî herkesî dike da ku ew karibin her cûre kar û xebatên xwe bi cîhanê re parve bikin. Li aliyê din kesên afirînêr jî bi rêya heman derfetê dikarin xeyalên xwe bi cî bikin. Komek ciwanên kurd jî vê derfetê bi kar tînin û rêzfîlmekê dikêşin. Lê nebûna derfetan û bê piştgirî mayîn rêya wan dixitimîne. Rêzefîlma bi navê ‘Zarên Me’ ku heta niha tenê beşek hatiye weşandin li benda piştgiriyê ye.

Li Stenbolê komek ciwanên kurd dest bi kişandina rêzfîlmeke ku li ser înternetê bê weşandin kirin. Ew rêbaz di demên dawîn de ji alî gelek saziyên medyayî yên mezin ve jî tê bikar anîn û eleqeyeke mezin jî dibîne.

Heta gelek kes dikarin bi saya vê derfetê pereyên mezin jî qezenc bikin. Lê ew ciwanên kurd ku hemû mesrefên rêzefîlma xwe ji berîka xwe didin, niha nikarin beşên kişandî jî montaja wan bikin û bidin wêşanê.

Derhênerê projeyê Omer Kara ji Rûdawê re ragihand ku ew di rêzefîlma xwe de behsa serpêhatiyên çend ciwanên kurd dikin, gelekî bi kelecan dest bi wê projeyê kirine lê hewesa wan di qirika wan de maye ji ber ku ji tu derdorekê alîkariyê nabînin.

Kara di derbarê naverok, kadro, cast, mebest û rewşa dawîn ya projeyê de pirsên Rûdawê bersivand.



Tu dikarî hinekî koma we û projeya xwe bo me vebêjî?

Em di vî karî de çar haval in û em du sal in li ser sînema, rêzefîlm û kurte fîlma dixebitin. Armaca me ya pêşî rêzefîlm û sînema ya bi Kurdî ye. Em ne girêdayî komeleyekî an saziyekî ne û ji ber ku em bi sere xwe ne em azadtir in. Mînak: gelek derhênerên Kurda mezin hene lê biborin, rêzefîlm an jî fîlmê wan bi Tirkî ne. Cudahiya me ev e.

Ew proje çi li çand û hunera kurdî zêde dike û hun bixwe wateyek çawa li wê projeyê dikin?

Ji bo çand û hunerê tiştê herî giring ziman e. Dema ku çand ji huner ji bi Kurdî pêk were, wê baştir bibe lê bele ne bi zimanekî rojane, bi zimanekî edebî û çandî. Em kare xwe jî li ser vê esasê ava dikin.

Ji vir pê ve çi li ber projeya we û ‘Zarên me’ ye?

Derdora hefteyekî ye me rêzefîlma xwe li ser youtube weşand. Rojê du hezar kes eleqe nîşan dide û gelek şîrove dikin. Di şîroveyan de jî hinek kes dibêjiin ‘’beşa duyem heye?’’ hinek dibêjin ‘’tehma wî di bin zimanê me de ma’’ hinek ji dibêjin ku ‘’em li benda gelek beşa ne.’’ Ji ber ku ev şîrove piranî di derheqê pêşerojê de ne, em jî di wê baweriyê de ne ku pêşiya rêzefîlma me gelek vekirîye.



Ger hun di vê projeya xwe de serkeftî bibin, di pêşerojê de fikr û projeyên dîtir jî hene yan na?

Belê, li ser psikolojiya jinên kurd porojeyeke me ya din ji heye. Ji xeynî wê jî em dixwazin li ser Melle Mistefa Barzanî û Şêx Seîd Belgefîlm çêkin. Projê amade ne lê ji alî aborî de alîkarî hewce ye.

Projeya we ji çend bêşan pêk tê û plana we çiye?

Bi rastî, di destpêkê de me dixwest ku em çar seozan filma xwe çêbikin û her sezon jî jî pênç beşan pêk bê. Heger xel eleqe nîşan bide û em pirsgirêkê xwe yên teknîkî û aborî çareser bikin, em dê demsal demsal berdewambikin.



Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di warê lîstikvaniya kurdî de rewş çi ye?

ji xwe lîstikvanên me piranî ji malê ne û fenomenê Vîneyê ne. Ew gelek navdar in li ser înternetê û ji xwe hev nas dikirin. Ez jî bi xwe hem lîstikvan û hem jî derhêner im.

Jialîteknîkî û aborî de rewşçewaye?

ji ber ku em di nava vî karî de ne, ji alîyê bikaranîna teknîkî de me pir zehmetî nekişand lê ji ber ku peydekirina ev malzemeyên teknîkî bi pere ye gelek zehmet e bo me. Ji aliyê aborî de em hinek kêm in.

Rudaw
Top