• Saturday, 06 July 2024
logo

Cana Dawûd: Tenê li Qamişlo aram dibim

Cana Dawûd: Tenê li Qamişlo aram dibim
Stranbêja kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Cana Dawûd, berovajiyê piraniya hunermendên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ligel destpêkirina şer û serhilndanan ji cîh û warê bav û kale xwe derrneket û li Qamişlo ma. Ew dibêje, derfetên wê gelek bûn da ku derkeve derveyî Kurdistanê lê bi nêrîna wê, ti dever mîna Qamişlo wê aram nakin. Lewma neçûye ti deran.

Cana Dawûd di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re behsa tomarkirina yekemîn strana xwe kir û got, ku awaz û gotina yekemîn strana wê, yaw ê bixwe bûye û liser bîranîna 3 şervanên şehîd gotiye.

Gelek kesan Qamişlo bicîh hişt lê tu hê jî li wir î. Nêhiniya vê çi ye?

Bi tevî ku ji bo dûrketina ji Rojava gelek derfetên min hebûn, bi tevê dijwariya şertên jiyanali Qamişloyê, lê ez piştrast im, ku ji bilî welatê xwe, li ti deveran aram nabim, dilxweş nabim. Lewma naxwazim ji Qamişlo herim.

Te kengî dest bi gotina stanranan kir?

Ji zarokatiya xwe ve stranan dibêjim. Malbata min hertim digotin dengê te xweş e. Lê piştî despêkirina şoreşê, 3 ciwanên ji malbata me şehîd bûn, ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel bûn, min jî ji bo wan helbest nivîsand û strana wan çêkir. Ev jî bû yekemîn berhema min a tomarkirî.

Dema malbata te got, dengê te xweş e, te jî hest bi wê yekê kir, ku dengê te xweş e?

Malbata min hunerhez in. Bi giştî wan ez handam da ku herim nav cîhana hunerê. Bi taybetî birayê min ê mezin, bi awayekî berdewamî çavdêriya min dikir û ez dişopandim, ez handidam û ji min re digot, ku divê vê dengê nûwaze û xweş bi gel û nîştîman jî bidî guhdarkirin. Wê demê temenê min 10 sal bû lê van gotin û piştgiriyan we kir, hest bi xweşbûna dengê xwe bikim.

Di karê hunerî de tu rastê ti astengan hatî?

Ti astengiyeke mezin dernekete pêş min. ji ber ku malbata min li pişt min bûn. Herwiha baweriya min bi karê min hebû. Bi nêrîna min, hizir û nêrîna civakê ya li hember jinên hunermend heta astekî hatiye guhertin û giringî û nirx didin hunerê. Gelek malbat bixwe zarokên xwe han didin da ku karên hunerî bikin. Ev yek jî di saya şoreşê debû. Jiber ku şoreşê mejî û hizrên civakê vekir.

Li Rojavayê Kurdistanê çawa piştgirî û alîkariya hunermendan tê kirin?

Piştgirî û alîkarî zêdetir menewî ye, ne darayî ye. Ti rêxistin, sazî an jî dezgehek nîne kesên behredar himêz bike da ku bike hunermendeke rast. Hemû hunermend xwe bi xwe xwedîkirin û digihînin, bi xwe berhemên xwe belav dikin.

Baş e, tu çawa stranan çêdikî, ti kes piştgiriya te dike?

Ez berhemên xwe di carekê de weke albûm tomar nakim, stranan yek bi yek tomar dikim. Jiber ku lêçûn û mesrefa albûmam pir e û ti aliyek jî alîkarî nade min. Tenê malbata min alîkarî dide min û ez jî zêdetir kar dikim da ku stranên xwe tomar bikim.

Bi nêrîna te huner bi siyasetê ve girêdayîye, bi taybet di rewşeke wiha yê hestyar a Rojava de?

Hestekê pir xweş e dema mirov ji bo xak û nîştîman û qehremanên welatê xwe stranan bêje. Lê bi wî mercy ku nebî alîgirê aliyeke diyar, bêyî ciyawazî ji bo xak û nîştîman kar bikî.

Di civaka me de hunermend dikar ebê alî be?

Belê dikare. Çendîn hunermend li Qamişlo hene, ku bê alî ne û ez jî yek ji wan im. Bi giştî li herêma me pirsgirêka demokrasiyê heye, ku rêzê ji hemû nêrînên cuda bigre.

Bandora kîjan hunermendan liser te heye?

Rihê wan şad be, Mihemed Şêxo, Seîd Yûsif, Tehsîn Taha û Eyaz Zaxoyî bandor li min dikin.

Projeyên te yên hunerî ji bo pêşerojê çi ne?

Min 3 stran tomarkirine. Strana yekemîn bi navê “Şehîdên Me” ya duyemîn jî “Newroz” e. Peyv û avaza wan ya Deya Xedar bû. Herwiha navê berhemê min a sêyem “Duran” e û peyv û away ya min e.

Xelkê Qamişlo mîna berî stranan guhdar dikin yan ji ber dijwariya jiyanê guh nadin?

Belê, bêguman dijwarî û zehmetiyên jiyanê we kiriye, ku mirov mîna berî tamê ji hunerê negrin lê nîştîmanperwerî dihêle ku herdem stranan guhdar bikin.

Rudaw
Top