• Saturday, 06 July 2024
logo

Helbestvanê Kurd Ferhadê Icmo koça dawî kir

Helbestvanê Kurd Ferhadê Icmo koça dawî kir
Li bajarê Qamişlo yê Kuyrdistana Rojava Helbestvanê Kurd ê navdar Ferhadê Icmo di 57 saliya xwe de koça dawî kir.

Helbestvan Ferhad Icmo li bajarê Qamişlo sala 1960 dayik bûye, sala 1979 bawernameya endezyariya medenî ji zankoya Helebê wergirtiye, bi dehan pirtûkên wî derbarê helbesta Kurdî, çîrokên zarokan hebûn, herwiha gelek hunermedên Kurd helbestên wî kirine stiran weke hunermend Mihemed Şêxo,Şeyda, Selah Osê û Beha Şêxo.

Helbestvan Ferhadê Icmo gelek xelat wergirtibûn, berî du heftiyan jî ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ve hate xelatkirin.

Basnews
Top