Aktorekî ji Kobanî li Urmiyê di fîlmekê de rola sereke dilîze
Lîstikvanekî sînemayê yê Kurd ku xelkê Kobanî çûye Rojhilatê Kurdistanê û li wir di fîlmekê de rola sereke dilîze.
Lîstikvanê sînemayê Îbrahîm Şamliyan ku niha li Almanya dimîne, çûye bajarê Urmiyê û li wê derê di fîlma bi navê “Xwêfiroş” de, rola sereke dilîze.
Fîlm ji derhêneriya Merhem Semedî ye, ew jî xelka Rojhilatê Kurdistanê ye, Tewfîq Amanî jî, çavdêriya senaryo kiriye.
Lîstikvana Rojhilatê Kurdistanê Dîman Zendî jî bi Îbrahîm Şamliyan re dilîze.
Dîman Zendî jî lîstikvaneke sînema ya naskirî ye, xwediya gelek xelatên navdewletî ye.
Rudaw