• Saturday, 27 April 2024
logo

Dawîn roja 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê

Gulan Media December 24, 2021 Hunerî
Dawîn roja 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê

Di heftemîn û dawî roja 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî de bi merasîmekê xelat hatin dabeşkirin.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê, roja 17/12/2021, dest pê kir û bo dema 7 rojan berdewam kir.

Di çarçova festîvalê de ji 35 welatan 135 fîlm beşdar bûn û 116 fîlm di pêşbirkê de bûn. Di nav wan de 57 fîlmên Kurdî hebûn û ji bo fîlmên biyanî jî jêrnivîsa Kurdî hatibû amadekirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya festîvalê bû

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê roja Înê 17ê Kanûna 2021ê li Hola Hunerê ya Sîlêmaniyê bi fîlma derhêner Dana Kerîm Korkî ya “Mala Daliya” dest pê kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê weke çar xulên borî di vê xulê de jî sponsora medyayî ya Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bû.

Rêkxerê 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê Daner Omer ji Rûdawê re ragihand ku di xula îsal de ji 35 welatan 143 fîlm beşdar bûn.

Derhênerê naskirî Nurî Bîlge Ceylan jî beşdarî Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bû ku mijara koçberî û hişyariya li ser jîngehê du mijarên sereke yên festîvalê bûn.

Xelatên Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê...

Hemû nûçe û zanyariyên derbarê festîvalê de...

 

Rudaw

Top