• Sunday, 28 July 2024
logo

Hewlêrî dê yekem car bitirsin!

Hewlêrî dê yekem car bitirsin!
Li salonên sinemayên paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê yekem car filma tirsê dê were nîşandan.

Li Hewlêrê îro fîlma Amerîkî ya bi navê “The Conijuring 2” dê bi pêşandanek taybet were temaşekirin.

Rêvebira Sinema Empirê ya Rojhilata Navîn Lareesa Doneyt ji Rûdawê re diyar kir ku li Hewlêrê salona Sinema Empirê cara yekem fîlma tirsê dê were nîşandan.

Lareesa Doneyt diyar kir ku ewê ligel Tora Medya Rûdawê merasîmê lidarbixin û li benda beşdariyeke qelebalix in.

Derhêneriya The Conijuring 2 James Wan kiriye û senaryo jî ji aliyê Chad Hayes, Carey Hayes, David Leslie Johnson û James Wan ve hatiye nivîsandin.

Fîlma bi 40 milyon dolarî hatiye çêkirin û heta niha 300 milyon dolar qezenc kiriye.

Rudaw
Top