Zubêr Salih: Ez ji bo welat distirêm
Em dizanin cenabê te di şevbihêrkên dengbêjên de gewre bûye tu dikarî behsa wan dengbêjên zaroktiya xwe bikî? Kîjan dengbêjî zêde tesir li ser te kiriye?
Ez di malbatek hunerî de li Rojavayê Kurdistanê li Gundê Delîk nêzîkî Bajarê Dirbêsiyê hatim jiyanê û mezin bûm. Bavê min dengbêjê koşk û civatan bû. Stranên mêrxasiyê û destanan digot û dengê wî pir xweş bû. Lê ne ji wan dengê qibe bû, pir nizim bû, lê şêrîn bû. Birayê min jî muzîkjen bûn û ez di bin bandora wan de fêrî muzîkê bûm. Herwiha bandora çend hunermendên din jî li ser min hebûn wek Aramê Tigran. Ez ji aşiqê Muradê Kinê bûm lê bêhtir ez li jêr tesîra malbata xwe de bûm.
Di heft saliya xwe de min dest bi mûzîkê kir û ez zû fêr bûm û min berdewam kir û ji malbata xwe bêhtir ez li mûzîka xwe xwedî derketim û di zaroktiya xwe de min dest bi afirandina stranan kir. Min helbestên gelek stranên xwe bi xwe daniye û her awazê min in. Berhema min ya yekem di sala 1979’an de derket û hat hezkirin Di nav gel de û di wê demê de hunermend pir kêm bûn. Bi tiliya dihatin jimartin û di bajarê Hesiça de ez karim bêjim ez tenê bûm ê salê berhemekî nû diyarî hezkiriyê xwe dikir û min li hêlekê dawet û şahiyê bikartanî û li hêlekê min stranê xwe diafirand. Lê bêhtir ez li ser stranê nû dixebitîm û ev bû sedema ku ez ketim dilê gelê xwede.
Li Rojavayê Kurdistanê di warê muzîkê de kultureke çawa heye? Çi cudahiya dengbêj û hunermendên Rojava ji yên parçeyên din heye?
Cûdahiya hunera Rojava û ya perçeyên din gelek e ji ber wek em dizanin car cara ji herêmekê heta herêmekê cûdahî heye di her warî de wek cil û berg wek folklor û wek govend wek zarav û gelek tiştê din huner jî cûdahiya xwe heye. Tevî ku hejmara me wek nifûs em herî hindikin ji her sê perçeyên din. Lê hunera me bandor li ser her sê perçeyên din kir û stranên me hatin qebûl kirin û hatin gotin. Bi zimanê hunermendên perçeyên din ev tê zanîn ku hunera me zengîn bû û balkêş bû û gelek hunermendên navdar ji perçeyên me derketin û bandora xwe li ser perçeyên din kirin û ketin dîroka hunera me. Hunera Rojava hunerek pir paqij û xweş bû li ser guhê gel.
Em dibînin ku ligel stranên gelerî tu berê xwe didî helbestên Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj jî. Taybetiyeke vê yekê heye?
Stranên gelerî min gotin û dibêjim. Lê bêhtir min stranê nû ji bo xwe çêkir û min reyêke taybet ji bo xwe afirand. Rengekî min î taybet heye di warê afirandina stranê de. Min helbestê gelek ozanên navdar yên wek Seydayê Tîrêj û Bêbihar û Cegerxwîn û Cizîrî û yên nûjen mîna Cafer Taha û Xemgînê Remo û Xoşnav Silêman û Hemîd Dirbas û gelekên din. Û min xwe bi xwe jî gelek helbest nivîsand. Berhema min î dawîn jî bi giştî ji helbestên Melayê Cizîrî bû.
Heta niha cenabê te 18-19 kaset derxistine û stranên te gelekî belavbûne. Dema tu li rabirdûya xwe dinerî çi hest bi te re peyda dibin?
Belê rast e, hejmara berhemên min bûn bêhtirî 20 berhem û ev ne tiştekî hindik e. Tev bi kedeke mezin hatine çêkirin. Min gelek ked da heta min ev berhem afrandin. Li ser hesabê gelek tiştî min ked da, da ku van stranan li arşîva kurdî zêde bikim. Stranên min ji 250 stranî derbas bûn û her stranek taybetiyek xwe heye. Di dilê hezkiriyê min de û gelek stranên min bi dengê hunermendên din hatin gotin bêyî ku destûrê ji min bigrin, lê dîsa ez dil şad im û serbilind im bi hunera xwe ji ber min wijdanê xwe rihet kir û min gelek stranê xweş diyarî çand û hunera kurdî kir, helbet ez xwe bextewar di bînim ku min xizmeta çanda xwe kir û ji bo min hestekî pir xweşe û ezê her berdewam bim di karê xwe de heta dawiya temenê xwe û di roja îro de gerek ez hîn bidim jiber em di rewşek xerab de derbas din û şoreşek li dar e. Em gerek wek hunermend bi erkê xwe rabin. Ji ber ku huner kare şoraşê pêxîne û moral dide şoreşvanan. Mînak di vê serhildana Rojava de min bêhtirî çar stranên girêdayî rewşa îro ku gelê me tê de derbas dibin min çêkir. Yek li ser koçbera ku çima koçber dibin ji welatê xwe û yek li ser Kobanê û yek jî min 8 hunermend gihandin hev û me bi hevre stranek got û me kir vîdeoklip. Ji helbestên nemir Arşevê Oskan û awazê min, lê mixabin ne hat weşandin li ser kanalên kurdî. Û yek li ser Alanê biçûk ku di Derya Ege de xeniqî, her min hewldaye ez bi êşa gelê xwe re bim.
Albûma te ya dawî tenê ji xezelên Melayê Cizîrî pêk tê. Çi bû sedem tu li ser xezelên Mela kar bikî?
Belê rast e berhema min î dawî ji helbestên Melayê Cizîrî ye, ez jî aşiqê helbestên seydayê Cizîrî me, sedem ew bû ku berhekî hazir di nav destê min de bû lê di warî aborî de min nikarî bû tomar bikim û derfetek çêbû ez hatim vexwendin ji hêla berpirsyarê kanalekî kurdî û mijarek di navbera me de derbas bû û em hatin ser helbestên Cizîrî û wan pêşinyar kirin ku alîkariya min bikin da ku ez vê berhemê tomar bikim. Û min dest pê kir û bi alîkariya vê kanalê. Ev berhem hat tomarkirin bi rengekî profesyonel, bi rastî berhemekî pir serkeftî ye û wê têkeve dîroka çanda kurd de, ji ber Cizîrî dibistanek pir mezin e ji bo çanda me kurda. Karim bêjim gelek helbestvanên me yê navdar ji kaniya Cizîrî vexwarine.
Cenabê te demeke dirêje li Ewropayê dijî. Gelo tu nafikirî vegerî welat û konsertan li Rojava bidî?
Ev 16 sal in ez li Ewropa dijîm û bi hisreta ku carekê ez konsertekê li Rojava bidim. Lê mixabin ew hisret ditirsim bi min re here gorê û nebînim. Pir dixwazim lê derfet nîne ku ez herim li welatê xwe li bajarê xwe konsertekê bidim. Hêvîdarim ku ew derfet zû, ne dereng were. Ez di wê baweriyê de me ku miletê min bêriya min kirine wek çawa min bêriya wan kiriye. Hêvîdar im di demeke nêzîk de ez serdana Rojava bikim.
Hêviyek min î taybet ji gelê min heye ku qîmetê hunermendê xwe zanibin. Em xizmeta gelê xwe û çanda xwe dikin. Em hunermend in ne siyasetmedar in. Me qebûl bikin wek hunermend ne wek siyasetmedar, bihêlin em azad bin me bi agirê partiyan neşewitînin.
Ez hunermendekî kurd û Kurdistanî me. Ne ji partiyekî me, stranên xwe ji bo her kurdekî dibêjim, kîjan partî dibe bila bibe. Min wisa qebûl bikin, stranên xwe ji bo Pêşmerge, gerîlla, YPG ji bo şehîdan, ji bo zarokan, ji bo girtiyan, ji bo welatê xwe dibêjim. Min wisa qebûl bikin, hêviya min ev e ji gelê min. Ez di xizmeta gelê xwe de me heta mirinê.
Rudaw