• Sunday, 28 July 2024
logo

Kurê rêberekî îslamî yê Kurd bû stranbêj

Kurê rêberekî îslamî yê Kurd bû stranbêj
Kurê Selahedîn Behadîn ê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Eyûb Selahedîn bû stranêbj û albumeke stranên xwe belav dike.

Eyûb Selahedîn kurê Selahedîn Behadîn derbarê stranbêjiya xwe û albuma xwe de ji Rûdawê re axivî û ragihand, wî albumeke stranan amade kiriye û dê albuma xwe li ser înternetê û bi şêweyê online belav bike. Eyûb Selahdîn got, wî ti plan nîne ku albuma xwe çap bike û tenê dê li ser înternetê biweşîne.

Eyûb Selahdîn derbarê albuma xwe de wiha got: “Albuma min ji 12 trakan (stranan) pêk hatiye û hemû stran jî bo mirovahiyê hatine gotin û ji wan core stranan in ku bi xwe re peyam hene.”

Selahedîn destnîşan kir: “Ez naxwazim bêjim ku stranên min tenê stranên olî ne, belku stranên bo mirovatiyê ne. Mirov dema ku guh dide wan, xwedayê mezin an jî karên baş tên hizra mirov.”

Niha albuma Eyûb bi şêweyê online li ser malperên cîhanî hyee, lê belê ew naxwaza albuma xwe çap bike û belav bike.

Kurê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê herwiha ji Rûdawê re aşkere kir, ku di plana wî de ye ku di pêşerojeke nêzîk de li her du welatên Malayziya û Indoneziya konsêrtan saz bike.

Rudaw
Top