• Sunday, 24 November 2024
logo

Anîs bi klîpeke nû tê

Anîs bi klîpeke nû tê
Stranbêje ji Rojhilatê Kurdistanê, Anîs Roşen vê heftiyê album û klîpa xwe ya nû derxist.

Anîs derbarê nûtirîn berhema xwe de ji Rûdawê re aşkere kir ku strana wê peyameke evîniyê ye.

Anîs liser pêvajoya berhêmanîna stran û çêkirina klîpa xwe got: "Ez şeş mehan liserê şixulîme. Min gelekî zehmetî kêşa. Tu kesî arikariya min nekir."

Stranbêja ku ji berê ve digel hevkarê xwe Armîk şixul dike herwiha diyar kir ku navê strana wê "Ne min ne to" ye û gotinên wê ji aliyê Sîmîn Çayçî ve hatine nivîsandin, awaza wê ji aliyê Erîwan ve hatiye rêkxistin.

Rudaw
Top