Serok Barzanî ligel Eyad Ellawî civiya
Roja pênçşem 23.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê ya li 10 ê Cotmeha bê û gefên li ber Iraqê ya li qonaxên pêş de.