• Sunday, 24 November 2024
logo

Awazê êşê di her zimanî de yek e

Awazê êşê di her zimanî de yek e
Li ku derê şer hebe, li wê derê wêranî, kavilî, girî, êş û elem heye. Ev êş û keder carînan bi lorikan û carînan bi helbestan û carînan jî bi muzîkê xwe dide der û digihe herkesî. Muzîk bi aliyê xwe yê gerdûnî navgîna herî guncaw e ku derd û kul tîne ziman. Her çiqas muzîk gerdûnî be û sedê sed weke ya miletekê neyê jimartin jî, her civak û kesayet li gor çand, huner, jiyan û serpêhatiyên xwe taybetmendiyên xwe li awazan bar dikin û pirî caran bi awayekî xwezayî ev yek pêk tê. Yek ji van kesayetan jî ku bi rastî jî mirov nikare bike aîdê yek netewê û wisa binav bike, Zîlan Tîgrîs e ku bi zimanên kurdî, ermenkî, sûryanî, erebî, farisî, rûmî û îbranî distêre ye. Zîlan Tîgrîs li ser jiyan, serpêhatî, huner û pêşerojê pirsên me bersivand. Tîgrîs dibêje ku divê her tişt li ser rehên xwe şîn bibe.

Hûn dikarin qala xwe bikin? Zîlan Tîgrîs kî ye?

Ez li Amedê hatin dinê. Min dibistana seretayî, navendî û zaningeh li Amedê xwend. Bapîrê min ji gundê Germilî. Navê wê yê ermenkî -Germorî ye û tê wateya sor - ji Elezîzê hatine Amedê. Bavê dayika min jî ji gundê Kur yê Çewligê ye ku niha navê wî gundê Dikme ye hatine û li vê herêmê bicih bûne. Dayika min ji Xarpetê ye û em hemû jî bi çanda misilman û kurdan mezin bûne.

Çîroka te ya bi muzîkê re çawa destpê kir?

Ez bi strananên dayika xwe ku bi Eyşe Şanê re çêkirine mezin bûm. Di zaroktiya xwe de mewlûd xwendin e. Her wiha bi ez lorikên dapîra xwe ku ez paşê hîn bûm ku ermenkî ne, mezin bûm. Min sala 1989’an jî di Koroya Muzîka Gel de weke solîst û korîst dest bi xebata muzîkê kir û jiyana min a muzîkê jî bi profesyonel dest pê kir.

Xuya dike ku fireçandiya vê erdnigarê bandor li ser muzîka we kiriye. Hûn di vê erdnigariyê de çi dibînin?

Li erdnigariyeke ku gelek çand lê jiyane, helbet wê bandorê li hemû war û aliyên jiyanê bike, wê li muzîka mirov jî bike û dewlemend bike. Dema mirov di nava çandên cihê de mezin bû, nêrîn û dîtina mirov berfireh dibe. Aliyekî muzîkê yê ewqas bi bandor heye ku hemû civakên ji hev cuda li ser heman nêrînê tîne ba hev. Bes ku em bibînin û bizanin ku rast lê binêrin. Bêrî dejenerekirin bibêjin ‘mafê Sezar ji Sezar re’ û bi awayekî dadwer tevbigerin. Ji bo mirov hînî çanda civakên ji hev cuda dibe, wan nas dike û dikare empatî pêk bîne, avantajekî mezin e. Lê ez nikarim bêyî vê gotina bavê xwe derbas bibim ku her tm digot, ‘Her gulek li ser şaxê xwe mezin dibe.’ Mirov qasî fêmkirina civaka ku di nav de dijî mirov e. Ez di her karê xwe de vê yekê li ber çav digirim û tevdigerim.

Hûn dikarin bibêjin ku ‘ez êşên li vê erdnigariyê rû da ne bi muzîka xwe îfade dikim?’

Zimanê şînê jî û zimanê melodiyê jî di her zimanekê de heman e. Gotinek çermsoran wiha dibêje: “Dibe ku rengên me cuda bin, lê rengê rondikên çavan heman e.“ Ez herî zêde şînê li gor dengê xwe dibînim ji ber ku mîratek heye ku min ji yên beriya xwe wergirtiye.

Awantaj û dezawantajên ku mirov di civakek pirçandî de çêbike çi ne?

Her karê ku mirov dike ka çawa teştekê ji mirov dibe, tiştekê ji mirov re tîne. Dema min li vê erdnigariyê destbi muzîkê kir, min hiştina hişa muzîkeke paqij û dadwer ji xwe re kir rêgez. Hûn ewilî di nav wan şert û mercên de bi hînbûna çanda muzîkê ku herkes dizane û dike destbi kar dikin. Di elewîtiyê de ‘4 der, 40 meqam’ heye. Ewilî hûn wê çanda ku civak dizane û pesend kiriye digirin nava jiyana xwe, paşê bi hînbûnê re nêrîna mirov digûhere. Ev jî bandorê li ser karê mirov dike. Niha jî rewş wiha ye. Lê dema ku we xwe bi awayekî rast îfade kir, rewş digûhere û hûn wek ê din tên dîtin. Wê çaxê jî bûyera ku em jê re dibêjin dezavantaj destpê dike û ez her tim xweşbîn im û reşbîn lê nanêrim. Wisa nebe ez bi pêşve naçim. Hunermendê ku herî zêde bandor li ser min kiriye jî Gomidas Vartabet e. Hunermendekî ermenî ye ku jiyana xwe hemû daye jiyanê.



Hûn çanda muzîkê ya vê civak û axê çawa dibînin?

Ev erdnigarî xwedî çandeke dewlemend e. Ermen, kurd, suryan, keldanî xwedîtî li vê axê kirine. Ji her civakê awazek wergirtiye û bi awayekî ku hemû hestan bi hev re dide jiyandin awazekî bihêz çêkiriye.Her çiqas naverok hinekî hatibe guhertin jî, di cih de nemaye û her tim bi pêşve çûye. Aliyekê wê yê bihêz û ku beralî dike heye. Helbestvanê îngîlîz yê navdar li ser muzîka bihêz vê yekê dibêje, “yên ku muzîka civakê çêdikin, ji yên yasayên civakê çêdikin bihêztir in.” Ango her muzîka ku rast û di cih de bê çêkirin wê ji bo herîkna xwe rêyekê bibine teqez.

Heta niha çend albumên we derketin û tu projeyên we hene ji bo pêşerojê?

Albumeke min a bi navê 1992 IRO heye ku temama wê kurdî ye. Albumek min a bi navê 1998 EDLE heye. Di vê erdnigariyê de stranên ku ez ewilî hîn bûm û min got stranên kurdî ne. Niha jî xebateke min ya albumê heye ji zimanên cuda pêk tê heye.Xebatên lêkolîn û berhevkirinê dikim.

Ji bilî tembûrê hûn bi kîjan ensturmanên muzîkê bikar tînin?

Ji xeynî tembûrê ez piyano û erbanê jî bikar tînim.

Hûn bi salan di nava vî karê muzîkê de ne. Gelo çi pêşniyarên we ji kesên ku nû bi dest karê muzîkê dikin û yên pê eleqedar re hene?

Pêşniyara min a herî girîng ji kesên ku wê ji nu ve dest bi karê muzîkê bikin ew e ku ji çavkaniyên rast sûd bistînin. Divê ji wan xebatên ku naveroka wan hatiye valakirin û hatine dejenerekirin xwedî dernekevin. Ji ber ku peywîra esas ya hunermendan ew e ku di navbera pêşeroj û paşerojê de pirekê ava bikin. Lê di dema ku vê peywîra xwe pêk tînin divê pozbilindiyê dûr bin û bi dadmend bin. Divê tevkariyê ji bişavtinê re nekin.

Basnews
Top