• Friday, 17 May 2024
logo

Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan

Gulan Media August 30, 2021 Nûçe
Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan

Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullahiyan serdana Sûriyê kir û li gel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya.

Piştî beşdariya di kongreya Bexdayê bo “Hevkarî û Hevbeşiyê” ku roja Şemiyê 28ê Tebaxê hat lidarxistin, Wezîrê Derve yê Îranê serdana Şamê kir û doh Yekşemê 29ê Tebaxê li Şamê li gel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya.

Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku herdû aliyan di hevdîtinê de pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî li navçeyê û cîhanê, bi taybet rewşa li Efxanistanê û bandora wê li ser ewlehî û seqamgîriya navçeyê gotûbêj kirine.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de herdû aliyan bihêzkirina hevkariya hevbeş di warên cuda de bi taybetî warên aborî û bazirganî de gotûbêj kirine, ji bo ku herdû welat bikarin li hember bandorên dorpêç û cezayên ku li ser herdu welatan hatine sepandin, li ber xwe bidin.

Serokatiya Sûriyê diyar kiriye, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan di hevdîtinê de Esed ji encamên kongreya “Hevkarî û Hevbeşî” ya li Bexdayê agahdar kiriye û têkildarî mijarê herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirine, ku “paşeroja navçeyê bi îradeya xelkê wê ve tê çêkirin û hevkariya avaker bi welatên din re girêdayî rêzgirtina welatan ji wê îradeyê û destwernedana di karûbarên navxweyî yên welatan e.”

Beşar Esed di civînê de amaje bi berdewamiya hevkariya di navbera Sûriyê û Îranê de kiriye û ragihandiye, wê hevkariyê encamên erênî hebûne ji bo parastina berjewendiyên herdu gel û hikûmetên Îran û Sûriyê.

Esed amaje bi hevkariya Sûriyê û Îranê di warê serbazî de jî kiriye û ragihandiye, Sûriye dê di “têkoşîna dijî terorê” de berdewam be heya ku tevahiya axa xwe rizgar bike.

Hisên Emîr Ebdullahiyan jî di hevdîtinê de tekezî li ser berdewambûna Îranê ji bo piştgirîkirina Sûriyê di warên serbazî û aborî de kiriye û ragihandiye, Îran û Sûriye di şerê dijî “terorê” de serkevtinên mezin tomar kirine.

Top