• Sunday, 24 November 2024
logo

Ereb hew didin zevî û rezên Kurdên Kerkûkê dagîr bikin

Ereb hew didin zevî û rezên Kurdên Kerkûkê dagîr bikin

Sê meh in komîteyeke Parlamantoya Iraqê desthilatdarên Kerkûkê raspardine ku rê li ber hatina Ereban ji parêzgehên din bo Kerkûkê bigirin û rê nedin ew li ser cih û zeviyên Kurdan bi cih bibin.

Li Kerkûkê pirsgirêka 300 hezar Donim çareser nebûye. Erebên hawirde bi piştevaniya hêzên leşkerî tên ser wan zeviyan û dibêjin: “Divê Kurd ji van deran derkevin û ew zevî yên me ne.”

Tevî bi biryara Parlamentoya Iraqê proseya erebkirina hatiyê rawestandin, lê Erebên hawirde bi piştevaniyê hêzên leşkerî û îdareya sepandî ya Kerkûkê, hîn tên Kerkûkê.

Cotkarê Kurd Ehmed Xidir ji K24ê re got: “Ev Ereb bi belgeyên sextet tên zeviyên me dagîr dikin. Hêvîdar im serkirdeyên Kurd bi çavekî li Kerkûkê binêrin û Kerkûkê ji dest nedin.”

Hêzên Iraqî nav bi nav tên ser zevî û rezên Kurdan ên li gundê Pelkane û gundên devera Sergeranê, lê xwediyên zevî û rezan dicivin û rê nadin gundên wan were dagîrkirin.

Cotkarekî din ê bi navê Mihyedîn Kerem ku belge û tapoya zeviya xwe xistiye destê xwe dibêje: “Em sîngê xwe li ber proseya erebkirinê diwestin.”

Ji bo dagîrkirina zeviyên Kurdan û proseya erebkirinê, Erebên hawirde li nava gundê Pelkanê kon vegirtine û çavê wan li zevî û rezên Kurdan in.

 

K24

Top