• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Hindistanê 12 wezîran dest ji kar kişand

Li Hindistanê 12 wezîran dest ji kar kişand

Di çarçoveya nexşeya guhertina kabîneya Serokwezîr Narendra Modi de li Hindistanê 12 wezîran dest ji kar kişand.

Li Hindistanê 12 wezîr ji bo guhertina kabîneya Serokwezîr Modi dev ji kar berdan. Devjikarberdana  wezîran ji aliyê Serokê Hindistanê Ram Nath Kovind ve hate qebûl kirin.

Nivîsgeha Serokkomarê Hindistanê Ram Nath Kovind ragihand ku Devjikarberdana wezîran li ser pêşniyara Serokwezîr Modi ve hatiye qebûl kirin.

Di nav wezîrên dest ji kar kişandine Wezîrê Tendirustiyê Dr. Harsh Vardhan, Wezîrê Perwerdehiyê Ramesh Pokhriyal Nishank, Wezîrê Gubre û Kimyeviyê  D.V. Sadananda Gowda, Wezîrê Dadê Ravi Shankar, Prasad, Wezîrê Agahdarî û Weşanê Prakash Javadikar jî hene.

Piş rexneyên tund yên di derbarê birêvebirina pandemiya koronayê de Serokwezîr Modi ragihand ku ew ê di kabineyê de guhertinê bike.

Hikûmeta Modî di sala 2019an de cara duyem hatibû desthilatê û ji wê demê vir de cara yekem e, di kabineyê de guhertinê bike.

 

Rudaw

Top