• Friday, 26 April 2024
logo

Awazek bi sê dengan: “Dilo Dilo”

Awazek bi sê dengan: “Dilo Dilo”

Mikaîl Aslan û Diyako Nahîd, strana “Dilo Dilo” ya di serdema dawîn de heskiriya ber dilê guhdaran e bi hev re û bi du zimanan distirên. Ev proje di bin banê Dest Muzîkê de bi derhêneriya Cemîl Qoçgîrî ya muzîkê pêk hat. Li ser vîdyo klîpa projeyê destnîşana Eda Tansesî heye.

Strana “Dilo Dilo” bi sitirîna Rêncber Azîzî dihat zanîn. Lê di van rojan de derket holê ku Azîz Şarûxê ji Rojhilatê Kurdistanê jî heman stran gotiye. Aslan, Nahîd û Qoçgîrî jî bi hesta vê hevkariyê, ji bo bibîranîna Rêncber Azîzî û rûmeta Azîz Şarûxî, ev stran xwendin.

Li gor daxuyaniya Mainzer Weltmusik Akademiyê, di versiyona Rêncber Azîz distirê de gotinên stranê ayîdê hunermendî ne. Di versiyona Azîz Şarûxî de gotin, ayîdê hunermendê navdar Hejar Mukriyanî ne ku di sala 1991an de koça dawîn kiribû. Strana ku Selîm Temo gotinên wê ji Soranî û Zazakî veguhastiyê zaraveya Kurmancî, ji îro pê ve li ser platformên parvekirinê li ber dest e.

 

Rudaw

Top