• Monday, 29 April 2024
logo

Şewata li Kampa Şariya; Nêzikî milyonek dolar ziyana maddî

Şewata li Kampa Şariya; Nêzikî milyonek dolar ziyana maddî

Li kampa Şariya ya ku penaberên Kurd ên Êzidî lê dimînin îro demjimêr 14.00 şewateke mezin derket û di encamê de 4 kes birîndar bûn û derdora 370 çadir şewitîn. Herwiha tê pêşbînîkirin ku ziyana maddî ya wê şewatê nêzikî milyonek dolar be.

Ji bo kontrolkirina şewata li kampa Şariya 12 tîmên agirkujiyê û tîmên hawarçûnê ji Duhok, Zaxo û Sêmelê bo deverê hatin şandin û piştî du demjimêran wan tîman kaîn agir kontrol bikin.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Duhokê Emîd Ebdulhemîd li cihê bûyerê ji peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî re ragihand ku wan tîmên nêzikî 10 binkeyan veguhastine deverê “lê çadir asteng bûn li ber tîman, eger na agir dê zûtir bihata kontrolkirin.”

Li ser hejmara wan çadirên ku şewitîne, Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Duhokê dibêje, “Hejmar bi temamî diyar nîne, lê dibe 150 çadir şewitîbin” û got ku ji bo ku ew agir zû kontrol bikin, heta ji Duhokê jî tîm anîne wê deverê.

Derbarê sedema wê şewatê jî ku gelek berfireh bû û xelkê kampê jî gazind ji derengketina tîman dikirin, Berdevkê Berevanî û Şaristanî ya Duhokî Bêwar Ebdulezîz dibêje, ew destpêkê nehatin agahdarkirin “tîmên me jî 15 xulek piştî şewatê gihiştin cihê bûyerê. Lê çadir rêgir bûn da ku zû şewatê kontrol bikin. Herwiha tîmên Duhok û Sêmelê jî gihiştin nav kampê.”

Gaz, neft û butlên gaze yên li nav kampê bûn sedema wê yekê ku şewat berfireh bibe  û vemirandina agir jî zehmet bibe. Tîmên Berevaniya Şaristanî di nava 2 demjimêran de karîn şewatê kontrol bikin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji Rûdawê re ragihand, ew hewl didin çadiran bigihînin kampê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî biryar daye 40 çadiran bo wê kampê dabîn bike.

Kampa Şariya dikeve başûrê parêzgeha Duhokê û nêzikî 13 kîlometran ji navenda wê parêzgehê dûr e.

Nêzikî 4000 çadir di wê kampê de hene ku penaberên Kurd ên Êzidî tê de dimînin.

 

Rudaw

Top