• Sunday, 30 June 2024
logo

Keçeke Kurd li Almanyayê di pêşbirka Top Modelê de sêyemîn derket

Keçeke Kurd li Almanyayê di pêşbirka Top Modelê de sêyemîn derket

Keçeke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê di  pêşbirka Top Modela de bû sêyem.

Keça Kurd, Solîn Omer di pêşbirka Germanys Next Topmodel de, sêyemîn derket.

Solîn Omer ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, 20 salî ye û ji sala 2015 ve tevî malbata xwe li Almanya li bajarê Hamburgê dijî.

Solîn heta ku temenê wê 11 sal bûn, bi malbata xwe re li bajarê Helebê yê Sûriyê dijiya, piştre ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê koçberî Tirkiyê bûn, û paşê berê xwe dan Ewropayê û li Almanyayê bi cî bûn.

Li Almanyayê, Solîn Omer tevlî 16mîn werza pêşbirka Top Modêla Almanya ya Pêşerojê bû û roja Pêncşemê 27ê Gulanê di wê pêşbirkê de pileya sêyem bidestxist.

Di pêşbirkê de Alex Mariah Peter a ji Kolnê pileya yekem wergirt û otomobîleke model nû û 100 hezar euro xelat wergirt. Di heman demê de ew li ser bergê kovara Harper’s Bazaar jî tê dîtin.

Germanys Next Topmodel, pêşbirkeke gelekî navdar û cîhanî ye û super topmodela cîhanî Heidî Klum serpereştiya wê dike.

 

Top