• Monday, 17 June 2024
logo

Şêxmûs Ehmed: Divê derbarê avê de NY zextê li Tirkiyê bike

Şêxmûs Ehmed: Divê derbarê avê de NY zextê li Tirkiyê bike

Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ragihand ku Neteweyên Yekbûyî bi erkê xwe ranabe û zextê li welatên derdorê nake ku ava Rojavayê Kurdistanê neyê qutkirin. Herwiha diyar kir ku divê ji bo berdana avê zextê li welatên derdorê bike, bi taybetî jî li Tirkiyê.

Şêxmûs Ehmed ji bajarê Reqayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser rewşa kampên li Rojavayê Kurdistanê axivî.

Li gor agahiyan ji Kampa Holê 100 malbatên çekdarên DAIŞê bo Iraqê têne veguhestin, li ser vê mijarê Şêxmûs Ehmed diyar kir: “Tevahiya penaberên Iraqî yên ligel me di Kampa Holê de ne hemû DAIŞ in. Mixabin hikûmeta Iraqê vê fişarê radigihîne û dibêje 'malbatên çeteyên DAIŞê li wê derê ne û em pêşwazî nakin'. Ev sûcê kê ye? Ev sûc ne tenê gunehê Rêveberiya Xweser e, evqas hejmarek malbatên Iraqî hene û sifir kîlometre di navbera me û wan de heye, xelkê xwe venaguhezin. Lê di bin zextan de îro 94 malbat, 381 kes veguhestin kampeke li wê derê.”

Li ser hejmara giştî ya kesên ku li kampên Rojavayê Kurdistanê ne, Şêxmûs Ehmed eşkere kir: “31 hezar jin û zarok û ciwan û kalemêr hene, tenê li Kampa Holê nêzîkî 31 e û jixwe li Kampa Roj jî li derdora 200 kesî dimînin, lê evana ne DAIŞ in.”

Derbarê tunebûna avê di kampan de diyar kir: “Pirsgirêka avê ne tenê li kampan heye, bajarekî mîna Hesekê û gundewarên wê mixabin ava Elok ji 2012an heta niha belkî nêzîkî 8-10 caran qut bûye.”

Şêxmûs Ehmed diyar dike: “Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku Neteweyên Yekbûyî bi erkê xwe ranabe û zextê li welatên derdorê nake, bi taybetî Tirkiye ku ava çemê Feratê, ava Elokê ku derbasî bajarê Hesekê dibe.”

Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku nûnerên Neteweyên Yekbûyî li hemû kampan hene û raporên xwe dişînin rêveberiya xwe ya giştî.

 

K24

Top