• Saturday, 29 June 2024
logo

Mehmet Kaya: 70 balafirên agirvemirandinê hene lê yek jî ne li herêma me ye

Mehmet Kaya: 70 balafirên agirvemirandinê hene lê yek jî ne li herêma me ye

 Serokê DTSOyê Mehmet Kaya diyar kir ku 70 balafir û helîkopterên agirvemirandinê di fîloya dewletê de hene lê yek ji wan jî ne li bajarên Kurdan e.

Nîqaşên li ser xemsarî û berpirsiyariyên agirê navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê berdewam dikin.

20ê Hezîranê di navbera li gundên Çinar û Şemrexê de şewateke mezin çêbû û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest da û 80 kes birîndar bûn û xisareke gelekî mezin a madî çêbû

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya beşdarî bultena Bakur a Rûdawê bû ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

“Kêmasiya balafir û helîkopterên agirvemirandinê heye”

Mehmet Kaya behsa agirên van salên dawîn ên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kir û wiha got:

“Di agirên van salên dawî yên li herêma me, Deryaya Spî û Egeyê derketine holê ku kêmasî di warên balafirên agir de heye.

Helîkopter û balafirên ku hene têr nakin ku agir vemirînin.

Di agir û şewata Şemrex û Çinarê de ev rastî careke din derket holê.

Di fîloya Wezareta Çandinî û Daristanan de 70 balafir û helîkopterên agirvemirandinê hene lê temamiya wan helîkopteran ne li herêma me ne.

Di agirên dawî jî de derket holê ji asîman ve ti destêwerdan nehat kirin, ti mudaxale nehat kirin û hemahengiyek tunebû."

“Me serî li wezaretê daye”

Li gorî gotina Mehmet Kaya ji ber hişkesaliyê û xetên elektrîkê yên 40 salên dawî ku nehatine tamîrkirin metirsiyên mezin ên agir li herêmê hene.

Kaya amaje bi wê yekê jî kir ku ew ji bilî agirên mezin hatine agahdarkirin ku 10 agirên din jî derketine ku ew jî ji aliyê xelkê ve hatine vemirandin.

Mehmet Kaya di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku wan serî li Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê daye ku navendeke vemirandina agir li herêmê were avakirin.

“Şaredarî bi wê budceyê nikarin helîkopteran bikirin”

Mehmet Kaya li ser rola şaredariyan a di mudaxaleya vemirandina agir û kirîna helîkopteran sw jî wiha got:

“Hûn dizanin 8 sal in şaredariyên herêma me ji aliyê qeyûman û parêzgaran ve tên birêvebirin.

Dema em temaşe dikin şaredariyên me di destê deshilatdariya navendî de bûn.

Meseleya hişkesaliyê her ji çend salan carekê tê rojevê û herêma me jî herêma çandiniyê ye. Divê ev tişt li Enqereyê bêne kirin.

Dema em li şaredariyên me dinêrin, otomobîlên wan, amûrên wan gelekî kêm in û nikarin agirên herêma xwe vemirînin.

Em nizanin dê budceya wan guncav be yan ne guncav be. Gelo bê ka dikarin helîkopteran bikirin an nikarin?!

Dema em dinêrin ez dibêjim bi wê budceyê dê nikaribin helîkopter û balafiran agirvemirandinê bikirin û wan peyda bikin.

Divê ev kar ji aliyê hikûmet û Wezareta Çandinî û Daristanan ve were kirin.

Dibe ku piştre ew balafir û helîkopter ji radestî şaredariyan were kirin.

Divê ew li cihekî wisa bên danîn ku di nava saetekê de bigihên herêma me.”

“Em heqê xwe li parêzgar helal nakin”

Mehmet Kaya di dawiya axaftina xwe de li ser daxuyaniya DTSOyê ya derbarê Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su jî axivî û da zanîn ku wan gelekî hewl da xizmetê ji bajarê wan re bikin lê parêzgar rê li ber projeyên wan girt.

Kaya got: “Em heqê xwe lê helal nakin û em wî dispêrin Xwedê.”

Parêzagarê Amedê Alî Îhsan Su îro daxuyaniyek bela kiribû û ku malnişîn dibe û ji xelkê Amedê xwest bû heqê xwe lê helal bikin.

DTSOyê jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew heqê xwe li parêzgar helal nakin.

DTSOyê amaje pê kir ku Alî Îhsan Su nehiştiye siteyên pîşesaziyê bibin derveyî bajêr, rê nedaye ku karsaz li Amedê veberhênanê bikin, hewl daye Navenda Înovasyonê ya Gastroyê were girtin, li ber projeya tramvayê bûye asteng, rê nedaye ku li Amedê navendeke nû ya fuaran were avakirin û nehiştiye ku sîteyên biçûk ên pîşesaziyê bên çêkirin.

 

Rudaw

Top