• Monday, 17 June 2024
logo

Ji ber topbarana Tirkiyê 2 bira li gundekî Zaxo birîndar bûn

Ji ber topbarana Tirkiyê 2 bira li gundekî Zaxo birîndar bûn

 Ji ber topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundekî nahiya Derkarê li qezaya Zaxoyê, îro berbangê du bira birîndar bûn.

Rêveberê Nahiya Derkarê Edîb Cafer ji K24ê re ragihand, ji ber tevgera PKKê li wê deverê, artêşa Tirkiyê wê dever topbaran dike.

Edîb Cafer diyar kir: “Îro demjimêr 2:30 topek li nêzîkî gundê Bihêrê ket û du birayên ku şivantiyê dikirin birîndar bûn. Birîna yekî ji wan giran e û ji bo nexweşxaneya Harwarhatinê ya Duhokê hat veguhastin.”

Rêveberê Nahiya Derkarê got jî: “Ji ber şer û aloziyên di navbera PKK û Tirkiye de, rojane gundên devera me tên topbarankirin û riyên nêzîkî 20 gundan hatine girtin.”

Duhî jî di encama topbarana Tirkiyê li ser baregehên PKKê li devera Kanî Masî de, welatiyek birîndar bûbû û gundekî din jî vala bû.

 

K24

Top