• Sunday, 30 June 2024
logo

Loke êdî bi Erebî ji stranan dibêje

Loke êdî bi Erebî ji stranan dibêje
Hunermenda Kurd, Loke Zahir di demeke nêzîk de klîpa strana xwe ya bi navê “Şikra Şikra’‘, ku bi zimanê Erebî gotiye, belav dike.

Muzîkjenê Loke, Helkewt Zahir di daxuyaniyeke taybet de ji BasNewsê re got: ‘‘Di çend rojên dahatû de, strana Loka “Şikra Şikra” dê bibe klîp. Klîpa Loke bi awayekî nû û cuda ji aliyê derhênerê Libananî yê navdar Fadî Hedad ve hatiye berhem anîn.”

Loke di sala 2008’an de yekemîn berhema xwe ya bi navê Tirs belav kir û piştre bi hevkariya Helkewt Zahir, ku hemû muzîka wê albûma wê danîbû, yekemîn albûma xwe bi navê SMS di sala 2009’an de belav kir, di sala 2010’an de jî wek baştirîn ciwana salê hat hilbijartin û di wê salê de du albûm berhem anîn, tevî çendîn sirûdên niştimanî.

Helkewt Zahir da zanîn ku dê klîpa Loke di detspêkê de li ser televîzyona Rotana bê weşandin, piştre Vîn Tv û dawî di hemû televîzyonên Kurdî de bê weşandin.

Derhênerê Klîpê Fadî Hedad jî derbarê Loke de got: “Gelek jin hene klîpan çêdikin, lê piraniya wan nizanin xwe bi awayekî balkêş derxin, lê Loke yek ji wan kesane ku şiyana wê gelek di vî warî de.”

Li gor zaniyariyên BasNewsê, Loke wê bi helkefta cejna Newrozê çend konseran li welatê Elmanya û Swêd bi hevkariya çend hunermendên din, bide.

Basnews
Top