Kurdistan yekem çavkaniya muzîka cîhanê ye
![Kurdistan yekem çavkaniya muzîka cîhanê ye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/muzik2782.jpg )
Mehdî Ehmedî, piştî konsera Orkestraya Fîlarmoniyê ya Sineyê, got: ‘’Hata sala 2011’ê Girava Girît a Yunanîstanê wek çavkaniya muzîka cîhanê dihat naskirin, lê piştî lêkolînên Dr. Hemîdreza Erdelan û Dr. Derwêş û biryara encûmeneke cîhanî li Rûsya, navê Kurdistanê wek yekem çavkaniya muzîka cîhanê hat tomarkirin û evna cihê şanaziyê ye bo her ferdekî Kurd.’‘
Ehmedî wiha axifî: ‘’Tarîxa muzîkê li Kurdistanê bo 15 hezar sal berî zayîna Mesîh vedigere, di wê demê de Kurdistan hêlîna muzîka cîhanê bû û gelên din ji Kurdistanê fêrî mûzîk û stranan bûne.’‘
Cara yekem Orkestraya Fîlarmoniyê ya Kurdistanê bê mîkrofon û hîç amûreke bilindkirina deng bi awayê rasterast 2 rojan konserek li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kir. Di wê konserê de parçeyê muzîka Helebce hat pêşkêşkirin ku berê ji aliyê Orkestraya Muzîkê ya Ukraynê ve bo fîlmekî sînemayî hatibû amadekirin.
Basnews