• Sunday, 30 June 2024
logo

Hunermendekî Kurd li Hesekê jiyana xwe ji dest da

Gulan Media February 19, 2014 Hunerî
Hunermendekî Kurd li Hesekê jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek di nav dikanekê de teqiya û di encam de 2 kes birîndar bûn.

Teqîn duh li ber dikaneke firotina kasêt û CDyan li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê çêbû û di encam de 2 kes birîndar bûn, herwiha ziyanên madî gihiştine dikanê.

Di teqînê de hunermendê Kurd Ebdilsemed Oso birîndar bûbû û ji ber giraniya birînên wî ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê bijîşkan gelek hewl dan ku birînên Oso derman bikin, lê belê ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da.

Li gor medyaya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Ebdilsemed Oso endamê saziya kultûr û hunerê ya bajarê Hesekê ye.

Cenazeyê Oso dê îro saet 10ê sibehê bi dema Qamişlo li goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawdiyê yê ser bi bajarê Hesekê ve were veşartin.

Bajarê Hesekê yek ji wan bajarên Rojavayê Kurdistanê ku hîn di bin kontrola hêzên rejîmê de ye. Li wî bajarî tevî Kurdan Ereb û Aşûrî jî dijîn.

Rudaw
Top