• Sunday, 30 June 2024
logo

Dest ji “TRT6” berda

Gulan Media February 18, 2014 Hunerî
Dest ji “TRT6” berda

Keça mîdyakara şoxûşeng a kurd, Îman Ferman dev ji kanala TRT6 ku eve du sale di wê kanalê de kar kiriye ber dideû niha li Herêma Kurdistanê ye û bi niyaze di kanalekî din de karê xwe yê ragihandinê bidomîne. Îman dibêje: TRT6 çi derfet neda min.

Îman Ferman di hevdîtinek kurt de li gel Xendanê got: “Piştî demekê ji karê ragihandinê li kanala asmanî TRT6`ê min bernameyek bi navê (Pira Bakûr û Başûr wergirt, mebesta min ji qebûlkirina wê bernameyê ew bû ku ez keltora Kurdî bi derve binasînim, raste em Kurd xwedî keltorek hevbeşin lê belê hindek tişt li Başûrê Kurdistanê hene ji parçeyên din ên Kurdistanê cudatirin.”

Libarê destjikarkêşana ji TRT 6`ê jî Îman Ferman gotî: “Min xizmeta keltora kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê kiriye, lê belê min biryar daye ku ez şêwaza karkirina xwe li nava mîdyayê biguherim her li beware pêşkêşkirinê û ta televizyonê jî, eve jî piştî wê yekê hat ku TRT 6 derfetek baş neda bi min.”

Amaje bi wê yekê jî kir û got: “Birêveberiya kanalêa TRT6`ê ji min xwest ku ez nûçeyên Soranî pêşkêş bikim û li Enqerê bijîm, lê belê min nekarî jiyana xwe li Enqerê berdewam bikim. Ji bo vê jî min biryar da ez bême herêma Kurdistanê û di kanalekî dine de karê xwe bidomînim.”


Xendan
Top