• Sunday, 30 June 2024
logo

Divê dramaya Kurdî ji kultûra Kurdî dûrnekeve

Gulan Media February 9, 2014 Hunerî
Divê dramaya Kurdî ji kultûra Kurdî dûrnekeve
Stêrka dramaya navdar (Rewta Jinan) Mêjû Cahîd ku bavê wê xelkê Rojavayê Kurdistanê û dayika wê ji Başûrê Kurdistanê ye û niha li Hewlêrê dijîn, di vê dramayê de rola Kaniyaw dileyêze ku ew jî rola sereke ye, BasNewsê xwest zaniyariyên zêdetir ji Mêjû werbigire lewma ev hevpeyvîn ligel encam da.

Bas: Tu çawa bûyî lîstikvan?

Mêjû: Berê min ware stranbêjiyê ceribandibû û ew jî bi rêya bernameya ‘Min Cyawazim-Ez Cuda me’, ez bi straneke rap beşdarî wê bernameyê bûm, lê lîstikvanî jî bo min ne dûr bû, min bi rêya dayika xwe warê lîstikvaniyê nasdikir, ji ber ku dayika min lîstikvan e.

Di bernameya Min Cyawazim de dengê te çawa bû?

Mêjû: Diya min her dem ji min re dibêje dengê te gelekî xweş e, û wateyeke zêde ya vêna bo min heye.

Tu nafikirî ku di her du waran de kar bike?

Mêjû: Min hizra vê yekê nekiriye, lê eger ez stranan bêjim ez bi stêla Rap nabêjim.

Çima te berê Rap di strand?

Mêjû: Wê demê ez zarok bûm temenê min 10 sal bû, wate merc nîne ku ez niha bi heman awayî bifikirim, ji ber ku gotin û bandore xelkê gelek bû, ligel vê yekê jî ez şanaziyê pê dikim, ji ber ez yekem keç bûm ku li Kurdistanê bi stîla Rap stranan bibêjim.

Hun çawa difikirin eger maçkirin têkeve nav dramaya Kurdî?

Mêjû: Pêwîste em tiştekî bikin ku ligel kultura me bigunce, û em ji wê kultûrê dûrnekevin, heta niha başe ku xort û keç ligel hev bin û destê hev bigirin, lê ez ne ligel maçkirinê me.

Heta çi astê tu giringiyê bi cil û bergan dide?

Mêjû: Ez gelek giringiyê bi cil û bergan didim, xwîşka min a ji min mezintir gelekî başe bo kirîna cil û bergan, ez bixwe nakirin, ew bo min cilan dikire.

Heta çi astekê tu ji stafê (Rewta Jinan) razîbûyî?

Mêjû: Bi rastî ez gelek ji wan razî me û wan gelek alîkariya min kir, tu dilmanî di navbera me de çênebû ji ber ku ew stafekî gelekî hêmin bû.

Tu serkeftina xwe di çi de dibîne?

Mêjû: Bi rastî dayîka min gelekhi ji min hez dike û berdewam şîret û alîkariya min dike, herwiha bavê min jî alîkariya min dike, ji ber ku di nav civaka me de eger bav rê li keçê bigire êdî kes nikare tiştekî bike, ez gelek delalî me li malê.

Kî zêdetir te delalî dike, bav yan dayîka te?

Mêjû: Ligel ku keçek ji min biçûktir di malê de heye, lê ez keça bavê xwe ya biçûk im.

Basnews
Top