‘Şano dikare diyalogê di navbera penaber û Ewropiyan de çêbike’
![‘Şano dikare diyalogê di navbera penaber û Ewropiyan de çêbike’](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/shaniuo.jpg )
Bas: Di destpêkê de em dikarîn bizanîn sedem û armancên damezrandina Grûba Bêsinor çi bûn û bandora grûbê li Holandayê çawa bûye?
Bako Soranî: Ji dema ku geheştime wî welatî ji şanoyê veneqetiyame û berdewam bûm li ser karê xwe, ligel vêna jî bi rêya grûba bêsinor li ser xebatên şanoyê berdewam bûme û heta niha jî çendîn berhemên me çêbûne û me kariye peywendiyeke baş di navbera şano û bîneran û çînên cuda yên civaka Holanadayê de çebikin. Ji ber ku Holanda û Ewrûpa ji ber penaberan û gerokan bûye welatekî çend kulturî û çend zimanî, yek ji armancên şanoyê jî çêkirina heman peywendiyê ye, berhemên me jî vê rastiyê derdixin û di medya Holandayê de jî têne dîtin.
Bas: Grûba Şano ya Bêsinor kengî hat damezrandin û gelo hemû endamên we Kurd in?
Bako Soranî: Em hemû ne Kurd in, hunermendên gelên din jî bi me re hene, grub di sala 1994’an de û bi destê komeke şanogerên Kurd û Holandî û gelên din yên li Holandayê hat damezrandin, ji hunermendên Kurd (Feysel Sebrî, Bako Soranî, Havjîn Baxirya, Zagros Cebar, Saman Ehmed û…) di ware muzîkê de rolekî gelekî girîng ê Heme Bekir di xebatên me yên şanoyî de hebû, ji xeynî hunermendê şêwekar Mihemed Newres di warê dekor û Sinografiya yê de û ji xeynî wan şanogerên gelên din yên Holandayê, ku hemû şanogerên baş û di karê xwede cidî ne û di damezrandina grûbê de rolekî erênî dîtine: ( Stefan Hêdmar, Kovan Ras Dog, Nêtî Harms, Lînda Yakops, Vawnêr Van Nitosin, Ketrîn Mol û…).
Bas: Grûba we di festîvalan de çi xelat bi dest xistine?
Bako Soranî: Me çend xelat wek lîstikvan, derhêner û berhema şanoyî bi dest xistine, û bi awayekî berdewam di festîvalên şanoyî yên Holandayê de beşdar bûne. Sala 2002’ê me xelata Rabo Bankî ya Amateurdagê bidest xist û di sala 2001’an de du xelatên din yên seranserê welat bi dest xistine bi navê : ’’De bemoei-je dr-mee prijs en Het Nationale’’ ku ji 725 projeyan tenê 20 jê hatibûn hilbijartin.
Bas: Şanoyeke we bi navê (Holanda Nû) hebû ku baş deng veda, çîroka şanoyê li ser çi bû?
Bako Soranî: Çîrokeke balkêş û germegerma civaka Holandayê ye, behsa ger û pirsyar kirinê dike û ji xwe û pirsên mirovan di civaka Holandayê de vedikole, behsa tevgera hevwelatiyên biyanî di civaka vir de û xwe bicîh kirina di civaka nû de ku mebest welatê Holandayê ye dike, ji ber ku pirsa penaber û biyaniyan li Holanda û welatên rojavayî gelekî germe û Ewrûpî dixwazin wan pirsan bi ziman û awayê şanoyî bibînin. Şano dikare diyalogê di navbera penaber û hevwelatiyên Ewrûpayê de çêbike.
Bas: Berhemên we têkeliyeke ji berhemên folklorik û xwe malî, peyvên tekstên şanoyan folklor û modern, çi peywendiyeke vêna bi hişyariya we û bînerên we re heye?
Bako Soranî: Ji bo dewlemend kirina astê rewşenbîrî û bilindkirin û zêde kirina hişyarî û dîtina bînerên şanoyê, lazime ew têkilî di navbera tekstên xwe malî û biyanî de çêbibin daku bikaribîn peyamên xwe bighînin muxateban, di vî warî de gelek spasiya Mîşêl Dikort, Mariyela Hîdma, Saziya Roc Aventus li Eplidronê, Banka Rabo li Aplodronê û hevkari û piştgiriya Tîma Kurdî Medyayê li Amesterdamê dikim ku ji salên 1990’î ve heta niha bi taybet kek Aras Kemal, Serdar Fetah Emîn û Bextiyar Bekir piştîvanên me bûn.
Basnews