Şivan Perwer 7 stran dan Leylaxan
Leylaxan derbarê albûma xwe de ji Rûdawê re ragihand: "’Stranên dilê min’ navê yekemîn albûma min e, ku ji 9 stranan pêk hatiye û van rojan belav dibe."
Leylaxan herwiha got ku 7 stran ji wan ji awaz û tekstên Şivan Perwer in: “Niha em amadekariyê ji bo klîpkirina stranekê dikin, herwiha ligel dirustkirina reklamekê ji bo ku albûma min bêhtir bê naskirin."
Derbarê naveroka stranan jî, Leylaxan got: "Pirraniya stranên min evînî û xengînî ne. Beşek ji stranan jî behsa çîrokekê dikin. Hemû stran bi şêwezarê kurmancî ne. Hêvîdar im di albûma duyem de çend stranên soranî jî tomar bikim."
Rudaw